Ciwan mistefa: Heya niha omîcron li herêma tune ye

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku gohartoya deltayê ya vîrusa koronayê ber bi xilasbûnê ve ye û got ku ew heya niha rastî omîcron nehatine.

Ciwan mistefa: Heya niha omîcron li herêma tune ye
20 ÇILE, 2022   07:54
QAMIŞLO

Nexweşiya korona ku care yekemîn li çînê derket holê û piştre li hemû cîhanê berbelav bû, êdî bûye pirsgirêkek giştî ya hemû mirovahiyê. Heya niha ji 5 mîlyon û nîv zêdetir mirov bi vê nexweşiyê mirine û nêzî 335 mîlyon kes jî pêketine.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyê ji ber dorpêça aborî, pêwîstiyên tibî li gorî pêwîstiyan nayên peydakirin. Lê ruxmî vê jî hejmara pêketî û miriyan li gorî rêjeya giştî ya cîhanê kêm e.

QONAXA XETERNAK BIHURÎ

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa derbarê nexweşiyê de agahî da û got, pêla çaremîn ku bi gohartoka deltayê ve derketibû holê êdî ber bi dawî ve diçe, ji ber wê ew texmîn dikin ku qonaxa xeternak êdî derbas dibe û got," hejmara pêketiyan jî gelek kêm e. Di rewşa heyî de tirsek di derbarê ku careke din ev hejmara pêketiyên nexweşiyê zêde bibe jî nîne.’’

GELO DERZÎ TÊRÊ DİKİN

Di derbarê derziyên koronayê de jî Ciwan Mistefa got, bi qasî ku têra hemwelatiyan bike derzî hene, her kesek dikare serî li navendên tenduristiyê bide û derziyan bi kar bîne. Ciwan Mistefa ji bilî derziyan, di derbarê pirsgirêkên muhtemel ku derbikevin de jî wiha got: "Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dorpêçê de ye. Pêwîstiyên di destê me de, yên ji bo ku em bikarin xwe ji vîrûsê biparêzin her diçe kêm dibe. Me hemû pêwîstiyên xwe ji derveyî herêmê peyda dikir. Deriyê Sêmalka û El-Welîd hatin girtin. Li aliyê din deriyê Til Koçer venakin. Ji ber wê em ji bo ku pêwîstiyên xwe peyda bikin gelek zehmetiyan dikişinin.’’

GOHARTOKÊN Dİ KORONAYÊ DE ÇAWA TÊN NASKİRİN?

Ciwan Mistefa got ku heya niha li herêma wan kes bi omîcron neketiye, ji bo ku gohartokên ku ji ber koronayê rû didin nas bikin jî ev agahî da, ‘’Di rewşa heyî û li gorî derfetên me yên heyî em nikarin gohartokên ku di nexweşiyê de çê dibin tespit bikin. Em bi kîtên destê xwe de tenê dikarin tespît bikin bê ka nexweşî heye an na. Lê em nikarin gohartokên di nexweşiya korona de ku çê dibin tespît bikin. Ew kesên ku bi gohartoka deltayê ketibûn me tenê bi rêya nîşaneyan ve tespît kir. Lê heya niha em di kesî de rastî nîşaneyên omîcron nehatine.’’

TIL KOÇER SINIR KAPISI’NIN ETKİSİ

Ciwan Mistefa got ku ew demek e bi Rexistina Tenduristî Ya Cîhanê (WHO) re di nav danûstandinan de ne, lê wan jî heya niha gavên pêwîst neavêtine û ev tişt parve kir, ‘’Ji ber ku ev 11 sale Bakur û Rojhilatê Suriyê di nava şer de ye, pergala tenduristiyê bi giştî têkçûye. Ji xwe gavên WHO ji herêma me ya ku di bin dorpêçê de ye diavêje gelek kêmin. Ew jî ji bo ku bikarin alîkariya pêwîst bigihêjin herêma me gelek zehmetiyan dikişinin. Rêyên fermî ku tê re alîkarî werin nînin. Deriyê Til Koçer jî girtiye. Ji ber wê ew jî neçarin ku alîkariyan di ser Şam’ê re bigihênin herêma me. Ev jî hindek zehmetiyan bi xwe re tîne. Bi kurtasî, WHO li hember herêmê nikare berpirsyariya xwe bi cih bîne.’’

Ciwan Mistefa di heman demê de diyar kir ku, hikumeta Şam’ê jî berpirsyartiya xwe ya di derbarê têkoşîna li hember nexweşiyê de bi cih nayne.

METİRSİYA OMÎCORONÊ HEYE

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa destnîşankir ku di rewşa heyî de pêwîstiya tedbîrekî ku li hember nexweşiyê bigirin nîne, lê got divê rûxmî her tiştî jî divê herkes tedbîrên pêwîst bigire.

Ciwan Mistefa, ev şiyarî da û got, ‘’İhtîmala ku omîcron jî derbasî herêmê bibe heye. Ger ku derbas bibe wê mirin jî rû bide. Ji ber wê çawa ku herkesekî xwe ji gohartoka deltayê parast divê xwe ji omîcron jî biparêzin.’’

Li gorî daneya li bakur û rojhilatê suriyê heya 18’ê meha çile ya 2022’yan hejmara pêketiyên nexweşiyê 37300, hejmara miriyan jî 1519’ye.

ANHA