​​​​​​​Rojnameyên erebî: Fişarên navneteweyî ji bo pêkanîna guhertinên bilez li Lubnanê

Rojnameyên erebî îro têkildarî doza “bijîşkê îşkenceyê” yê sûrî, kar û barên Lubnanê û însiyatîfên navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûdanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Fişarên navneteweyî ji bo pêkanîna guhertinên bilez li Lubnanê
20 ÇILE, 2022   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

`”BIJÎŞKÊ ÎŞENCEYÊ” YÊ SÛRÎ LI PÊŞIYA DADGEHA ALMANÎ YE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gorî parêzer û çalakvanê sûrî Enwer El-Bunî, bi destpêkirina darizandina “bijîşkê îşkenceyê” yê sûrî Elaa Musa li bajarê Frankfortê yê Almanyayê re, metirsî hene ku rejîma Sûriyê şahidên vê dozê bitirsîne da ku şahidiyên xwe nedin.

El-Bunî eşkere kir ku li Sûriyê istixbarata rejîma Sûriyê gef li malbata şahidekî dozê xwar û wiha domand: “Istixbaratê gef li xwişka şahidekî xwar ku heke birayê wê di dadgehê de biaxive dê dawiya vê yekê ne baş be.”

Duh dadgehê, serbestberdana Elaa Musa red kir û biryara girtina wî bi hiceta revînê dirêj kir. Bi taybet ku li cem dadgehê delîl hene ku Musa bi Balyozxaneya Sûriyê re plan dike bireve.  El-Bunî diyar kir ku hebûna du parêzerên sûrî û yên alman ên navdar û gefên li malbata şahidan tên xwarin, delîl in ku fînanseyeke mezin li paş Musa heye.

Piştî sê saetan ji destpêkirina celseyê, dadwerê celse heta sêşema bê derengxist û dê guhdarî şahidên ku dozgerê giştî kom kirine bike. Lê ne diyar e bê ka şahidê, gef li xwişka wî li Sûriyê hatiye xwarin, şahidiya xwe bide lê na. Ruxmî wê jî serdozgerê dê karibe şahidiya wî ji dadgehê re pêşkêş bike.”

`FIŞARÊN NAVNETEWEYÎ JI BO PÊKANÎNA GUHERTINÊN BILEZ LI LUBNANÊ`

Rojnameya El-Beyan têkildarî kar û barên Lubnanê wiha nivisî: “Koma Piştgiriya ji bo Lubnanê ya Navneteweyî bang li hikumeta Lubnanê kir ku tedbîrên pêwîst bigire ji bo ku hilbijartinên parlamentoyê yên dirust di Gulanê de li dar kevin.

Komê ji hikumetê daxwaz kir ku biryarên bilez û xwedî bandor bigire da ku guhertinên bilez çêbike. Di nav de biryara bilezkirina diyarkirina budceya 2022`an ku dê rê li pêşiya destpêkirina danûstandinan bi Genîceya Diravî ya Navneteweyî (International Monetary Fund) re veke. Pê re wê desteka pêwîst ji Lubnanê re bê pêşkêşkirin da ku ji aloziya aborî xilas bibe.”

`DYA`YÊ DANÛSTANDINÊN JI BO ALOZIYA SÛDANÊ BI RÊVE BIR`

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Şandeyê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûdanê duh gihaşt Sûdanê da ku danûstandinên têkildarî aloziya li welêt li dar bixe. Îtîlafa desthilatdar sêşemê got şêwirên navneteweyî yên di vê demê de li welêt çêdibin bi bin ketin. Piştî ku hêzên Ragihandina Azadî û Guhertinê û kombûna Pîşesazên Sûdanê û Partiya Komunîst li dijî hebûna desthilata leşkerî li ser hikumê derketin.

Li gel serdana şandeyê Amerîkayê yê taybet ê Afrîkayê David Satterfield û alîkara wezîrê karên derve yê Amerîkayê ya kar û barên Afrîkayê Molly V, li paytextê bi giştî tevger rawestî.

Li gorî rayedaran, tê payîn ku şandeya Amerîkayê peyameke cidîtir bide artêşê.

Ji bo çareserkirina aloziya siyasî li welêt, gelek însiyatîfên herêmî û navneteweyî derketin pêş. Heta niha 6 însiyatîf hatin ragihandin di sêrî de însiyatîfa navneteweyî û înstiyafa desteya hikumî Îgad” û însiyatîfa Yekitiya Afrîkayê û Afrîka Başûr.

(şx)