Li Minbicê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin

Yekîneyên Antî Teror a Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, DAIŞ'iyek ê girt û miqdareke çek û cebilxaneyan desteser kirin.

Li Minbicê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin
19 ÇILE, 2022   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî operasona Yekîneyên Antî Terorê li dijî çeteyekî DAIŞ`ê, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Piştî  xebata şopandinê ya bi hevkariya saziyên ewlekariyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Antî Teror ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, operasyonek li dijî endamekî şaneyeke çeteyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîstî pêk hat. Navê çete, Ehmed Hesen ji gundê Medne Kebîr ku bi navê Sûfyan tê naskirin. Terorîst Ehmed 12'ê Çileya 2022`an êrişî welatiyekî kir ku erka xwe ya pasdariya saziya Sewalkariyê pê dikanî.

19`ê Çileya 2022'an de piştî komkirina agahiyan, Yekîneyên Antî Terorî girtin ser mala ku terorîst xwe lê vedişart a li gundê Medeya Mezin a li rojavayê bajarê Minbicê. Tevî bangên yekitiyê li terorîst ku xwe radest bike, lê terorîst gule berdan û bi Yekîneyên Antî Terorê re şer kir. Di encamê de terorîst hate kuştin.

Li aliyekî din jî miqdareke çek jî bi dest xistin ku ew jî ev in:

 

-3 Kalaşnîkof, her wiha çeka Kalaşnîkof ku dema gule reşand ji destên welatî girt.

-3 şûr

-9 cercurên Kalaşnîkof

-Çeka bombekşin

-Guleyên Kalaşnîkof

-Miqdarek ji madeya TNT

- 1 kemçe

-1 mask."

(eh)

ANHA