Li Şehbayê sînevîzyoneke li ser Berxwedana Serdemê hate pêşandan

Meclisa Kantona Efrînê bi koordîneya Komîteya Ragihandinê ya kantonê têkildarî plan û êrişa li ser Efrînê, her wiha Berxwedana Serdemê ya 58 rojan, sînevîzyoneke pêşanda.

Li Şehbayê sînevîzyoneke li ser Berxwedana Serdemê hate pêşandan
19 ÇILE, 2022   21:04
ŞEHBA

Sînevîzyon ji aliyê Navenda Giştî ya YPG'ê hate amadekirin ku tê de balê dikişîne ser plana li ser kantona Efrînê, mercên siyasî yên beriya êrişên li ser Efrînê û berxwedana gel a li hemberî êrişan.

Sînevîzyon li gelek gund û navçeyên Şehbayê hate pêşandan. Îro jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li hola Mîtan hate pêşandan.

Beriya ku sînevîzyon were pêşandan, deqeyeke rêz hate girtin. Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan axivî û îşaret bi berxwedana lehengî ya şêniyên Efrînê û şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî êrişên dagirkirinê kir.

Her wiha bal kişand ser zehmetiyên ku şêniyên Efrînê ji ber êrişên domdar û ambargoya ku li Şehbayê dikişînin. Remedan diyar kir ku şênî heta rizgarkirina Efrînê û vegera li ser xaka xwe wê berxwedanê bidomînin.

Piştî axaftinan sînevîzyon a bi dema 45 deqeyan hate pêşandan.

Di dawiyê de beşdaran diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê berz kirin.

ANHA