MSD'ê li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê banga têkoşînê kir

MSD'ê bang li civata navneteweyî û dewletên ereban kir ku li dijî siyasetên dewleta Tirk tê bikoşin û berpirsyartiyên xwe yên derbarê rewşa mirovahî ya zehmet a li Efrînê de bi cih bînin. MSD'ê got, divê derbarê sûcên ku rejîma Tirk li Efrîna dagirkirî pêk tîne, lêkolîn were vekirin.

MSD'ê li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê banga têkoşînê kir
19 ÇILE, 2022   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: " 20'ê Çileyê salvegera 4'emîn a destpêkirinê êrişên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û gundewarên wê ye ku bi dagirkirina bajar û tevahî herêmên girêdayî wê bi encam bû. Dewleta Tirk ji bo şikandina vîna niştecihên resen ên ku bi xwe xwe bi rêve dibirin hemû cure çek bi kar anîn. Li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî hate raberkirin. Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên girêdayî wê ve, herêm di pêvajoyên herî xeter re derbas bû, dagirkirina bajar qonaxeke xeter di dîroka aloziya Sûriyê de çêkir.

Rêzxelekên gefxwarinan li hemberî yekitiya xaka Sûriyê û serdestiya wê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de siyasetên tirkkirinê yên plankirî, sûc û binpêkirin li dijî niştecihên resen ên Efrînê hatin kirin ku hîna jî trajîdiya kuştin, îşkencekirin, revandin, talankirin û desteserkirina milkan navnîşana wê ye.

Li herêmên Şehbayê li ser sînorê Efrînê, di kampên koçberan de rewşeke mirovî ya dijwar heye ku ji bilî hêviya vegera li Efrînê tu tiştî vê dijwariyê arman nake. Ruxmî binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî, heta niha kampên koçberan ên li herêma Şehbayê di bernameyên Neteweyên Yekbûyî de tune ye. Ji wê zêdetir siyasetên sîstematîk ên guhertina demografîk li djiî niştcihên wê yên resen ên Kurd tê meşandin. Ev yek di raporên rêxistin û komîteyên mafên mirovan de hatin belgekirin.

MSD'ê bang li civata navneteweyî û dewletên ereban dike ku li hemberî siyasetên firehkirinê yên Tirkiyê rabin ku xeteriya wê li ser serdestiya Sûriyê û yekitiya xaka wê sînordar namîne. Her wiha bang li wan dik ku berpirsyartiyên xwe li hemberî rewşa mirovî ya dijwar a hundirî Efrîn û gundewarên wê bi cih bîne. MSD'ê diyar dike ku pêwîst e derbarê sûc û binpêkirinên ku li aliyê rejîma Tirk ve têne kirin lêkolîneke were vekirin. Her wiha meclis siyasetên Tirkiyê yên bi armanca qutkirina beşin ji xaka Sûriyê, hedefgirtina binsaziya siyasî  û çandî ya civakî Sûriyê red dike ku bi rêya ferzkirina ziman û nîşaneyên tirkî tên kir. Her wiha MSD'ê bang li tevahî hêzên demokratîk ên Sûrî dike ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê û derxistina komên çete û cîhadîst ên bi navê ''Opozîsyonê" tevkar be û wan radestî dadgehên navneteweyî bike, her wiha dewleta Tirk wekî dagirker ragihaîne.

MSD'ê careke din bang li tevahî sûriyayan dike ku ji bo serxistina xeta diyalogên niştimanî û xurtkirina eniya hundirîn bixebite da ku Sûriyeke nû li gorî hêmanên şaristanî, sîstemeke rêveberiyeke demokratîk a nenavendî ya û dûrî despotî were avakirin."

ANHA