Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê 2`emîn kongreyê xwe li dar xist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê û gundewarê wê duyemîn Kongreyê xwe li dar xist û meclisa xwe ya nû ava kir.

19 ÇILE, 2022   17:14
MINBIC

Kongre bi beşdarbûna endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û mêvanên ji bajarê Reqayê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbic hate lidarxistin.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd bixêrhatina mêvanan kir, piştre seroka Nivîsgeha Rêxistinî Asya Hisên axivî û berxwedana QSD`ê silav kir.

Asya Hisên da zanîn ku gurkirina aloziyên binesaziyê û şerên hundirîn ên Rojhilata Navîn, ji sedsala 20`an ve anku ji destpêka Şerê Kendavê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî hikumeta Iraqê destpêkiriye, her wiha bi plana destwerdan û guhartinê ya ku hêzên hegemonîk ên cîhanê hewldana pêkanîna wê dikin, hate diyarkirin.

Endama Meclisê Hind Dagistanî peymanên pîrozkirina lidarxistina kongreyê yên saziyên sivîl û leşkerî, xwendin.

Dûvre hilbijartin li dar ketin. Di encamê de Ezab Enûd careke din bû seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê. Her wiha Mihemed Berkel wekî cîgir, Îbtîsam Ebdulqadir berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Jinan a partiyê û Ednan Xelîfe wekî seroka nivîsgeha ciwanan  hatin hilbijtin. Li aliyekî din jî 35 endam ji bo rêveberiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hatin hilbijartin.

Di dawiyê de Ezab Ebûd encamnameya kongreyê xwend.

Di encamnameyê de hate goitn:

"Gelek mêvanan ji rûspiyên eşîran, leşkeran, siyasetmedar û dîplomatan vexwendina me bi cih anî û piştgiriya xwe nîşanî partiya me kirin. Bi gelek peyamên pîrozbahiyê teqezî li ser yekitiya gelê Sûriyê li hember rageşiyên hundirîn û derve kirin. Her wiha nêrîna partiya me ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ya bi rêya diyalogan, beşdariya hemû hêzên siyasî û pêkhateyan di çareseriyê de û nûnertiya tevahî pêkhateyan di qada navneteweyî, pejirandin.

Em projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya herî guncaw ji bo gelemperiya Sûriyê dibînin û banga sekina li hemberî planên mêtîngeriyê yên Tirkiyê û çeteyên wê dikin. Ji girîngiya qonaxê û pêşketinên siyasî û diplomatic me kongreya xwe li dar xist.

Di kongreyê de kar û xebata meclisa partiyê ya Minbic û gundewarên wê û rewşa wê ya rêxistinî hate nirxandin û îşaret bi bilindkirina asta partiyê û endamên wê hate kirin, her wiha kesayeta kêrhatî were erkdarkirin, kar û xebata rêxistinî were xurttkirin û rêgez û armancên partiyê werin belavkirin. Her wiha piştgiriya dezgehên partiyê were kirin.

Di dawiyê de meclisa nû ji 35 endaman hate hilbijartin ku jin û ciwan rola xwe tê de digirin."

(eh)

ANHA