Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''

Bi deh hezaran şêniyên Helebê bi dirûşma “Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê” meşek girseyî li dar xist û gotin, Efrînê wê li xwediyê wê vegere û dagirker wê têk biçe.

Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
Li Helebê meşa girseyî ya "Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê''
19 ÇILE, 2022   16:41
HELEB

Bi boneya  salvegera 4’emîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, bi deh hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkumen û bi mezin û biçûkên wê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî meşek girseyî li dar xist. Bi vê boneyê tevahî dikan, sazî, navend û dibistan hatin girtin.

Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê, pankertên bi nivîsa “Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê wê li Efrînê nemîne.. Efrîn a me ye" “Soz em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê tê bibin” û “Em ê ji kujerên zarokên Efrînê tolê bistînin”, "Bi rihê berxwedana Garê û Serdemê em ê rizgarkirina Efrînê misoger bikin" û "Efrînê warê aştî û zeytûnan e" hatin hildan.

Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a dikeve beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Rêbertî ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

Ji fermandarên YPG`ê Şervan Efrîn axivî û berxwedana Serdemê silav kir.

'BI RIHÊ BERXWEDANÊ EM Ê VEGERIN'

Şervan Efrîn anî ziman ku bi îradeya gel û bi hêza têkoşîn û şervanan wê Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin û got: " Bi sekana gelê me yê bi me re û bi rihê berxwedanê em ê di demeke nêzî de vegerin Efrînê."

Efrîn îşaret pê kir ku gel xwe dispêre projeya rêber Abdullah Ocalan a ku banga biratiya gelan, edalet û wekheviyê dike û wiha domand: "Bi berxwdana me ya ku hêza xwe ji rêber Abdullah Ocalan digire û bawerî û îradeya xwe ji gel digire, wê dewleta Tirk têk biçe."

Şervan Efrîn diyar kir ku Efrîn dagir kirin ji ber ku bûka Kurdistanê ye, bi xêr û bêra xwe dewlemend e û dîrok û mîraseya gelên herêmê ye.

Fermandarê YPG'ê Şervan Efrîn îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahî û xwazayê kir û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê mezin û biçûkan digire, komkujiyan pêk tîne, şûnwaran wêran dike û demografiya herêmê diguhere, ji ber ku ji fikirên gelê azadxwaz ditirse."

Her wih destnîşan kir ku bi lihevkirina dewletên mezin, dewletên kapîtalîst û sîstemên desthiltdar dewleta Tirk Efrînê dagir kir, ji ber ku siyasetên van aliyan ne li gorî projeya demokrtîk e.

''EM Ê VEGERIN''

Li ser navê MSD'ê jî Fatma Hesîno bal kişand ser berxwedana ku 58 rojan li Efrînê hate raberkirin û got: "Bi darê zorê em ji warê xwe hatin derxistin, lê bi rihê berxwedanê û îsrara vegerê em ê serkeftî vegerin."

'TIRKIYÊ DIXWAZE HERÊMÊN DAGIRIRÎ JI SÛRIYÊ QUT BIKE'

Fatma Hesîno anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û wiha domand: "Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê bes nedît, lê hîna destê xwe dirêjî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dixwaze rihê berxwedanê bişkîne. Lê projeya berxwedanê wê planên dewleta Tirk têk bibe. Projeya me ji planên dijmin bihêztir e, em ê bi îradeya xwe bi serkevin û dagirkeriyê ji herêmên xwe derxînin."

Fatma Hesîno diyar kir ku tevahî gel şopdarê xeta şehîdan e û wiha got: "Em ê tevahî herêmên dagirkirî, di serî de Efrînê rizgar bikin, ji ber ku doza Efrîn dozeke niştimanî ye, dive tevahî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyê ji bo serxistina vê doze bixebin."

ANHA