Yekitiya Jinên Êzidî dagirkirina Efrînê şermezar kir

Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û civata navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirk a li Efrînê û herêmên Sûriyê yên dagirkirî bi dawî bike.

Yekitiya Jinên Êzidî dagirkirina Efrînê şermezar kir
19 ÇILE, 2022   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Ev 4 sal e ji ber dagirkirina herêma Efrînê, em êş û janan dikişîne. Gelê Efrînê tevî dijwariya jiyanê li kampên Şehbayê yên ku sembola têkoşîn û berxwedanê ne, li ber xwe didin. Di encama êrişên dijwar li ser gelê serbilind de ku ev gel bê ax û bê giyan bimîne, bi dare zorê hat koçberkirin.

Efrîn bajarê zeytûn û aştiyê ye. Efrîn hemû pêkhateyên gelê Sûriyê yên ku ji belayên şer reviyane  hembêz kir. Lê belê li beramberî wê jî Efrîn û gelê wê rojane rastî binpêkirinan tên. 20'ê Çileya 2018'an, dewleta Tirk a faşîst di nava bêdengiya navneteweyî de, bi 72 balafirên şerê êrişên hovane bire ser Efrînê, binsaziya vî bajarî wêran kir. Bi qetilkirin, revandin, wêrankirina xêr û bêra Efrînê û xirabkirina nîşaneyên wê yên dîrokî û şaristanî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bin pê kir. Bi vê yekê Efrîn bû hêlîna komên terorîst ku civata navneteweyî çavên xwe li ser sûcên wê wan li dijî mirovahî, kevir, dar û îradeya gelan girtine. Para herî zêde ji van sûcên derexlaqî ya jinan bû.

Dewleta Tirk û îdeolojiya wê ya tundraw ji bo tirkkirin û erebkirina herêmê xebat kir, ji bo malbatên çeteyan wargeh ava kir, li ser xaka wan û welatê wan a dîrokî şerê Kurdan kir û bi hiceta parastina ewlekariya welatê xwe ew dagir kir.

Bi navê Yekitiya Jinên Êzîdî li Rojava em dagirkirina herêma Efrînê bi tundî şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk bisekinin, her wiha dawî li binpêkirinên wê yên li dijî mirovatî li dijî gelê ku 58 rojan berxwedanî kir,  gelek şehîdên ku sembola berxwedan û rizgariyê pêşkêş kirin, bînin."

ANHA