Şêniyên Reqayê bi meşekê banga hikumeta Şamê ya "lihevkirin" red kir

Bi armanca redkirina banga hikumeta Şamê ya "lihevkirin" şêniyên Reqayê daketin qadan û helwesta xwe, nîşan da.

Şêniyên Reqayê bi meşekê banga hikumeta Şamê ya "lihevkirin" red kir
19 ÇILE, 2022   14:17
​​​​​​​REQA

Bi dehan şêniyên Reqayê li qada Şemas a naverasta bajêr kom bûn û bangên hikumeta Şamê yên "lihevkirin" red kir. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Lihevkirin xiyanet û îhanet e", "Reqa bi kujer re lihev nake" û "Lihevkirina rejîma sûcdar, bazirganiya bi xwîna şehîdan û îşkencekirina girtiyan e" rakirin.

Xwepêşandêran destnîşan kir ku "lihevkirin" dikeve çarçoveya bindestiya hikumeta Şamê dixwaze li ser gelê herêmê ferz bike, ji lew re ev banga wê ya ku li Derayayê isbata binketina xwe kir, red kirin.

Di dawiya xwepêşandanê de, beşdaran daxuyaniyek ji bo raya giştî da. Daxuyanî ji aliyê welatiyekî ve hate xwendin û wiha hate gotin:

"Civata şoreşger a Reqayê bi ciwan, xityar, jin û zarokên xwe ve careke din li dijî çi kesên destwerdana Reqayê dikin, disekinin. Reqa dê li hemberî kujerên zarokan û kesên azadîxwaz girtin bê deng nemîne. Di oxira azadiyê de ciwanên xwe dan û girtî jî hene ku em nizanin bê dijîn an jî mirîne.

Gelo çima ev "lihevkirin"? Ma ev lihevkirin şehîdîn me ji me re vedigerîne, girtiyan serbest dike, wêraniya bajêr sererast dike yan jî bavê sêwiyan vedigerîne û koçberan vedigerîne welatên wan?

Di dawiyê de em dibêjin, hûn behsa kîjan "lihevkirinê" dikin! Ka sûcê min ku em li ser lihev bikim, ger peyva azadiyê sûc be, wê demê em vê yekê naxwazin."

(eh)

ANHA