Çalakvanên li Sêmalka: Dest ji xiyanetê berdin û nebin hevkarê dewleta Tirk

Fedrasyona Gaziyên Şer li deriyê Sêmalkayê xiyaneta PDK`ê û redkirina daxwazên çalakvan şermezar kir û got, divê PDK`ê dev ji rêya xiyanetê û hevkariya bi dewleta Tirk re berde.

Çalakvanên li Sêmalka: Dest ji xiyanetê berdin û nebin hevkarê dewleta Tirk
19 ÇILE, 2022   14:18
QAMIŞLO

Ruxmî sermaya heyî, lê hîn jî malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, gelê Rojava û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya dergeha Sêmalkayê, banga wergirtina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê li PDK`ê dikin.

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, ji 5`ê Cotmeha par ve li pêşiya dergeha Sêmalkayê kon hate vegirtin û ji wê demê ve pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diçin bin kon.

Îro jî endamên Fedrasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da dergeha Sêmalkayê ya sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.

Şêniyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa pêşwaziya Fedrasyona Gaziyên Şer kirin û sloganên "Na ji îxaneta PDK`ê" re berz kirin.

Piştî çalakger gihaştin dergeha Pêşxabûr, endamê Rêveberiya Fedrasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Îbrahîm Bizêm axivî û got: "Em kiryarên PDK`ê yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina gerîlayên li herêma Xelîfanê şermezar dikin."

Îbrahîm Bizêm da zanîn ku ev kiryarên PDK`ê xizmeta gelê Kurd nake, lê belê xizmeta dewleta Tirk a faşîst dike, ji lewma divê hikumeta Başûrê Kurdistanê cenazeyên li ser destên wê hatine şehîdxistin, radest bike.

Bizêm xîtabî PDK`ê kir û got: "Dev ji xiyanetê û hevakriya bi dewleta Tirk re berde."

Îbrahîm Bizêm bal kişand ser kiryarên PDK`ê û wiha dewam kir: "Ev kiryar nikarin israr û vîna pêkhateyên herêmê têk bibin, em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdên xwe li ber xwe bidin û li dijî dijminê gelê xwe jî heta kêliya dawî têbikoşin."

Îbrahîm Bizêm salvegera 4`emîn a êrişên li dijî bajarê Efrînê bi bîr xist û got: "Şervanan 58 rojan li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê û çekên giran ên li dijî gel bi kar anîn, li ber xwe da."

Di dawiyê de endamê Rêveberiya Fedrasyona Gaziyên Şer Îbrahîm Bizêm bang li raya giştî kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxin, da ku koçber vegerin warên xwe.

Tê payîn ku sibe endamên Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê tev li çalakiya konvedanê ya dergeha Sêmalkayê bibin.

(eh)

ANHA