​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 25 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi koronayê ketine
19 ÇILE, 2022   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, 12 mêr in û 13 jin in û 2 kesan li Qamişloyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku bi van daneya, hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 37 hezar û 325 kesan, hezar û 521 kes mirine û 2 hezar û 522 kes jî baş bûne.

(dx)