Hiqûqnasan banga bidawîkirina dagirkerya dewleta Tirk li ser Efrînê kir

Hiqûqnasên Reqa û Tebqayê bang li Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin da ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê û herêmên dagirkirî rawestînin.

Hiqûqnasan banga bidawîkirina dagirkerya dewleta Tirk li ser Efrînê kir
19 ÇILE, 2022   13:56
REQA

Yekitiya Hiqûqnasan û Meclisa Edaletê li Reqa û Tebqayê bi boneya çaremîn salvegera êrişên li ser Efrînê, li pêşiya Nivîsgeha Edaleta Civakî ya bajarê Reqayê kom bûn.

Hiqûqnasan bi boneya salvegera êrişên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Parêzeran li Reqayê Xalid El-Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Em wekî Yekitiya Hiqûqnasan û Meclisa Edaletê ya Reqa û Tebqayê de, bi boneya salvegera destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û gundewarên wê, êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê me yên li Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî, wekî sûcên li dijî gelên azad ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Komkujiyên hovane yên ku ji aliyê rejîma Erdogan ve bi rêya bikaranîna çekên qedexekirî, kuştina sivîlan û wêrankirina malên wan, sûcên şer, divê ev rejîm li pêşberî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin."

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, mirovî û navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku ji bo rawestandina sûcan yên li ser gelê me, destwerdanê bikin."    

Hiqûqnasan di daxuyaniya xwe de, berxwedana gelê Kobanê, Efrîn û hemû herêmên dagirkirî silav kir. Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em soz didin gelê xwe ku em bi hemû hêza xwe li kêleka wan bin û em bang li gel bi hemû pêkhateyên wê ve dikin ku li dijî rêjîma Tirk hevgirtî bin."

(dx)

ANHA