Koçberên Girê Spî bêdengiya li hember berdewamiya dagirkirina Efrînê şermezar kir

Koçberên Kampa Girê Spî bêdengiya civata navneteweyî ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk a li ser kantona Efrînê û sûcên li dijî xelkê wê tê kirin, şermezar kir. Her wiha piştrast kir ku ew ê li ser şopa berxwedanê bin heta ku hemû herêmên dagirkirî rizgar dikin.

Koçberên Girê Spî bêdengiya li hember berdewamiya dagirkirina Efrînê şermezar kir
19 ÇILE, 2022   11:53
EYN ÎSA

Bi dehan koçberên li Kampa Girê Spî kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed El-Şêx daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hember berdewamkirina dagirkeriya li ser Efrînê û sûcên li dijî şêniyên wê tên kirin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Efrîn beriya dagirkirinê, ji bo bi hezaran koçberên Sûriyê stargehek bû. Lê piştî ku hat dagirkirin niha ji terorîstên ji deverên cuda yên cîhanê re bûye stargeh.

Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erkên xwe li hember xelkê Efrînê û herêmên dagirkirî bînin cih.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û axa dagirkirî hat dayîn.

(şx)

ANHA