Ji ber berfê çalakiyên ku dihatin payîn îro li darkevin, hatin paşxistin

Li Qamişlo û Hesekê ji ber berfê û nebaşiya rewşa Hewayê gelek çalakiyên ku dihatin payîn li darkevin, hatin paşxistin.

Ji ber berfê çalakiyên ku dihatin payîn îro li darkevin, hatin paşxistin
19 ÇILE, 2022   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Qamişlo û Hesekê berf zêde dibare. Gelek bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi berfê spî bûn. Ji ber wê çalakiyên ku dihatin payîn îro werin lidarxistin, hatin paşxistin.

Civîna Rêveberiya Xweser a bi şêniyên bajarê Qamişloyê re ku dihat payîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, pêşengeha Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê ku dihat payîn bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê li çerxerêya Nebî Hûrî li Qamişloyê li dar keve, çalakiya konvedanê ya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ku duh li navçeya Tirbespiyê bi armanca derxistina navê PKK`ê ji lsîteya terorê li dar ketibû û dihat payîn ku heya sê rojan dirêj bike û her wiha civîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi şêniyên navçeya Holê re werin lidarxistin, hemû çalakî ji ber berfê û nebaşiya rewşa hewayê hatin paşxistin.

Her wiha şahiya pîrozkirina salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star ku dihat payîn li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê li dar keve, hate paşxistin.

(şx)

ANHA