​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide bendera Lazîqiye kontrol bike

Rojnameyên erebî têkildarî hewldana Rûsyayê ya destdanîna ser bendera Lazîqiye û kar û barên Iraqê û tevgerên wê li herêmê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide bendera Lazîqiye kontrol bike
19 ÇILE, 2022   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

`NÎŞANEYÊN KONTROLKIRINA RÛSYAYÊ YA LI SER BENDERA LAZÎQIYE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, meşandina dewriyeyeke hevbeş a polîsa leşkerî û hêzên hikumeta Şamê li bendera Lazîqiye, wek nîşaneyên avakirina nuqteyên çavdêr li benderê hesibandin. Piştî ku di çend hefteyan dawîn de bû hedefa êrişên Îsraîlê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî êrişên Îsraîlê yên li dijî bendera Laziqiye, polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên hikumeta Şamê 17`ê Çileyê dewriyeyên hevbeş di benderê de lidar xistin.

Li gorî SOHR`ê, Rûsya armanc dike Îranê û alîgirên wê ji benderê derxe û hewl dide wê kontrol bike.”

`TEQÎNÊN BEXDAYÊ PEYAMÊN ALIYÊN DI HILBIJARTINAN DE BI BIN KETINE YE`

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li Bexdayê di çend hefteyên borî de, rêzeêriş li dijî navendên partiyan pêk hatin, lê tu windahî çênebûn. Her wiha tu aliyekî jî berpirsyariya wê negirt ser xwe. Gelek siyasetmedar û analîzvanan got ev êriş, peymanên siyasî ne û metirsiyan çêdikin bi taybet ku di çarçoveya nakokiyên têkildarî hikumeta bê de pêk hatin.

Lêkolînera koma aloziyên navneteweyî Laheeb Hegel got: “Gelek metirsîdar e ku hêzên alîgirên Îranê propogandeya hizirê komployê dikin. Ew bi binkeftina xwe îtîraf nakin. Banga tundiyê dikin.”

`ARMANCÊN TEVGERÊN RÛSYA LI HERÊME ÇI NE?`

Der barê tevgerên Rûsyayê li herêmê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rûsya di destpêka sala nû de, hêzên xwe şandin Kazaxistanê da ku xwepêşendanên li wir rawestîne. Rayedarên Rûs tevî yên rojava têkildarî Ukraynayê dest bi danûstandinan kir.

Li gorî Eugene Chosovsky ku di enîstutiya New Lines de ders dide got, dibe ku gelek sedemên tevgerên Rûsyayê hebin, lê armancên wê yên sereke hene; hegemoya xwe wek hêzêke derve ya hegemonîk ferz bike, nehêle hêzên derve yên din bandorê li herêmê bikin. Mînak armanca destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di 2014`an de, ji bo sînordarkirina hegemoya hêzên rojavayî bû. Di nav wan de Yekitiya Ewropayê (YE) û NATO`yê. Beriya wê sala 2008`an jî tiştek wiha rû da dema di civîna Bucharest de hêviyên Georgiya û Ukraynayê ji bo ku tev li YE`yê bibin hatin naskirin, Rûsya wê demê mudaxeleyî Georgia kir.

Mudaxeleya wê di Qerebaxê de jî ji bo rêgirtina li pêşiya hegemoya Tirkiyê bû. Rûsya wek navbeynkarî mudaxeleyî şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de kir û di encamê de gelek dever li Qerebaxê radestî Azerbeycanê hat kirin.”

(şx)