Bangewaziyên tevlêbûna pêngava "bi hev re ji bo Efrînê, bi hev re ji bo rizgarkirina mirovahiyê"

Berpirsê Komîteya Ragihandinê ya Însiyatîfa Niştîmanî ya ji bo Efrînê Cûdî Ronahî diyar kir ku di pêngava wan de çalakî û xwepêşandan li gelek welatên Ewropî werin lidarxistin. Ronahî banga tevlêbûnê kir û wiha got: "Ji bo ravekirina fedekariyên gelê xwe yê berxwedêr û êşên Efrînê, em bibin yek deng."

Bangewaziyên tevlêbûna pêngava "bi hev re ji bo Efrînê, bi hev re ji bo rizgarkirina mirovahiyê"
19 ÇILE, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Niştîmanî ya ji bo Efrînê ji bo şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê û eşkerekirina sûcên ku li Efrînê pêk tîne û bi nêzîkbûna salvegera 4`emîn a êrişên li ser Efrînê, dest bi pêngava şermezarkirinê kir.

Pêngav îro di saetên êvarê dest pê dike. Gelek hunermend ji wan Bengî Agirî, Kawa û gelek helbestan û nivîskarên Kurd destek dane pêngavê.

Têkildarî mijarê berpirsê Komîteya Çapemeniyê ya Însiyatîfa Niştîmanî ya ji bo Efrînê Cûdî Ronahî wiha axivî: "Salvegera reş a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê ku di encama wê de hate dagirkirin, nêz dibe. Ji ber wê jî em ê rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk û mezinkirina têkoşîna sivîl heta ku gelê Efrînê yê koçber bi azadî û rûmet li warê xwe vegerin, li dar bixin."

Di pêngavê de çalakiyên cûda hene her wiha xwepêşandan dê li zêdetirî dewleteke Ewropî di dem û cihên cûda de were lidarxistin.

Li gorî Cûdî Ronahî çalakî dê di bin navê haştaga #bi_hev re_ji_bo_efrînê#bi_hev re_ ji_bo_rizgarkirina_mirovahiyê, werin lidarxistin. Dê hemû çalakî li ser toreyên tevna civakî nexasim Twitterê were belavkirin da ku em bibin yek deng, fedekaryên gelê berxwedêr û êşa Efrînê ku rastî gelek cureyên sûcan tên, eşkere bibin. Cûdî Ronahî her wiha destnîşan kir ku ew ji hemleyê armanc dikin bala cîhanê bişînin ser Efrînê û dengê qêrîna efrînî bigihînin guhên aliyên têkildar.

Cûdî Ronahî daxuyand ku pêngava haştagê îro dê saet di 19:00`an de li gorî demjimêra Efrînê li ser hemû toreyên tevna civakî nexasim Twitter destpê bike.

Her wiha Cûdî Ronahî da zanîn ku amadekarî hene ku di demên cuda de çalakiyên protestoyî li gelek bajarên Ewropayê li dar bixin..

Cûdî Ronahî bang li hemû partiyan û dewletên garantor ku destwerdana karûbarên Sûriyê dikin kir ku hember sûcên li Efrînê têne kirin ji bêdengiya xwe derkevin û dagirkeriyê bidawî bikin. Her wiha banga pêşkêşkirina alîkariyê ji şêniyên Efrînê yên koçber re ku di kampên rûmetê de ne û li tevahî herêmên Sûriyê belav bûne, kir.

Cûdî di axaftina xwe de bal kişand ser însiyatîfê, damezirandina wê û armancên wê û got: "Ev însiyatîfeke dildarî ye. Di destpêkê de hemû gelê Efrînê yên li derve û hundirê û paşê kurdistanî, sûriyên niştîmanî yên dûrî berjewendiyên kesayetî digire nav xwe."

‘ÎNSIYATÎFA JI BO VEGERANDINA KOÇBERÊN EFRÎNÊ’

Cûdî Ronahî têkildarî armancên însiyatîfê wiha got: "Armanca însiyatîfê ya sereke vegerandina koçberan û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazên dîplomatîk, çapemenî, mafên mirovan û hiqûqî ye. Her wiha em hewl didin bala hemû gelê Efrînê yên parêzer, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, teknokrat, rojnamevan, hunermend û çalakvanan bikişînin da ku giyana efrînî vejînin.  Rê dide ku kesayetiyên nîştimanî yên Sûrî, Kurdî û navneteweyî tev lê bibin ku doza Efrînê di forumên navneteweyî de zindî be."

Cûdî Ronahî wiha dom kir: "Însiyatîf ne alternetîfa tu çalakiyên partî, sazî, platform û rêxistinên e ku di vê mijarê de dixebitin, lê ji bo ku Efrîn bibe xwedî dengek bihêz di korîdora siyasî ya navneteweyî û mirovî de em hewldanan dikin."

Konferansa damezrîner a Înîsiyatîfa Neteweyî ya ji bo Efrînê di 22’ê Tebaxa 2021’an de li bajarê Bonnê yê Almanyayê hate lidarxistin. Cûdî Ronahî têkildarî mijarê got: “Gava yekemîn, piştî lidarxistina civîna damezrîner, însiyatîfê  komîteyên pispor di hemû warên hiqûqî, dîplomatîk, çapemenî, çand û hunerê û komîteya amadekar ava kirin. Di wê civînê de koordînatorê giştî û du cîgirên wê, 13 kes ji bo meclisa rêveber a têkildarî kar û barên însiyatîfê hatin hilbijartin.”        

Ronahî her wiha da zanîn ku navendeke însiyatîfê nehat vekirin ji ber ku endamên wê li hemû bajarên Ewropayê belav in û got: “Vekirina navendekê ji armancên me yên pêşerojê ne.”            

(bx-dx)

ANHA