Panorama hefteyê: Kongres ji Biden xwest ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne

Li gel firehbûna qada normelîzekirina têkiliyan bi Sûriyê re, Kongresa Amerîkayê fişarê li serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne. Ji ber plansaziya nebaş,  Hewlêr her sal bi rewşên trajedîk re rû bi bû dimîne.

Panorama hefteyê: Kongres ji Biden xwest ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne
16 ÇILE, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser zextên Kongres ên li ser Biden da ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne, lehiyên ku li Hewlêrê rabûn û şerê li Yemenê,

`KONGRES ZEXT LI BIDEN KIR DA KU STRATEJIYEKE DIYAR LI SÛRIYÊ BIMEŞÎNE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Kongresa Amerîkayê fişarê li serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne li gel firehbûna qada normelîzekirina têkiliyan bi Sûriyê re. Têkildarî mijarê her du partiyên Komarparêz û Demokrat li hev civiyan. Komîteya Têkiliyên Derve ya kongresê û senatoyê, nameyek ji Biden re nivîsand û tê de jê daxwaz kir ku rêveberiya Amerîkayê ya li hember aloziya Sûriyê vejîne. Her wiha serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya kongresê Bob Menendez, rayedarên payebilind ên komarparêzan di nav de Jim Risch û Mick McCaul hene, serokê Komîteya Kar û Barên Derve Gregory Meeks bang li Biden kir ku bê guhertin û vîna gelê Sûriyê nas bike û naskirina rejîma El-Esed ji aliyê civata navneteweyî ve red bike.

Rayedarên amerîkî metirsiyên xwe ji hewldanên hevalbendên ereb ên DYA`yê rave kir ku têkiliyên fermî û ne fermî bi rejîma El-Esed re datînin. Di vê çarçoveyê de bang li Rêveberiya Amerîkayê kir ku li her dewletekî ku hewl dide têkiliyan bi El-Esed ji nû ve deyne re cezayan ferz bike. Her wiha gotin mijara vegera El-Esed ji Yekîtiya Ereban re jî nayê qebûlkirin.”

‘JI BER PLANSAZIYA NEBAŞ, HEWLÊR HER SAL BI REWŞÊN TRAJEDÎK RE RÛ BI BÛ DIMÎNE’

Têkildarî lehiyên li Başûrê Kurdistanê rabûne rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Li paytexta Herêma Kurdistana Hewlêrê rewşeke trajedîk heye. Piştî barîna baranê ya giran ji sibeha pêncşemê ve li gelek taxên bajêr lehî rabû. Gelek rê û çerxerêyên sereke li bakurê bajêr qut bûn. Her wiha zirar gihaşt bi dehan mal û erebeyan. Xeta kehrebeyê ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de qut bû.

Sedema vê yekê jî vedigere lewazbûna binesaziyê û nebaşiya plankirina projeyên avahiyan.

Qeymeqamê Hewlêrê eşkere kir ku heta niha tu windahî ji ber lehiyan çênebûne, tenê zirarên madî çêbûne.”

`LI GEL SERKEFTINÊN LI ŞEBWAYÊ, MEREB JI ÊRIŞAN XILAS BÛ`

Rojnameya El-Beyan têkildarî Yemenê wiha nivisî: "Piştî çend mehan ji dorpêç û êrişan û li gel serkeftinên li Şebwayê, hêzên li Merebê li şûna parastinê dest bi êrişan kir.

Serokê Desteya Erkanê Sexîr Bin Ezîz piştrast kir ku hêzên artêşa li eniya başûrê Merebê bi pêşketine û zêdetirî 9 kîlometre vegerandine. Her wiha amadekariyan dike da ku êrişî Çiyayê Beliq El-Şerqî bike û bi temamî Merebê biparêze."

ANHA