​​​​​​​Çima Eyn Îsa û rêya M4 bi domdarî têne hedefkirin?

Rêya navneteweyî ya M4 ji rêyên herî girîng in ku herêma Cizîrê bi herêma Firat, Minbic û Efrînê ve girê dide. Her wiha tevahî herêm û bajarên sereke yên Sûriyê bi hev ve girê dide. Ji ber vê yekê dewleta Tirk vê rêyê dike hedef da ku her sê herêmên sereke ji hev qut bike û qada dagirkeriya xwe berfireh bike.

​​​​​​​Çima Eyn Îsa û rêya M4 bi domdarî têne hedefkirin?
16 ÇILE, 2022   02:46
EYN ÎSA – DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, ji du salan ve hewl dide dest deyne ser rêya M4 a li Eyn Îsayê ku 33 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê gundên derdora wê rasterast bi obus, moşek, tank û balafirên bêmirov dike hedef.

GIRÎNGIYA COGRAFÎ Û BAZIRGANÎ YA RÊYA M4

Rêya bi lez a M4 ji bakurê rojhlatê Sûriyê, an ku ji nuqteya sînorî ya bi Iraqê ve ya li navçeya Til Koçerê ber bi Qamişlo, heta navçeya Til Temirê yên herêma Cizîrê û navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê, bajarên Minbic û Babê ve dest pê kir û dighêje heta Helebê.

Ji bajarokê Seraqib ber bi rojava ve didome û dighêje bajarê Laziqiyê. Li nêzî Seraqib ê herêma Idlibê rêya M4 li aliyê başûr bi rêya M5 ve dibe yek û ber bi Hema, Humis Şam, Lubnan û Urdinê berdewam dike.

Rêya M4 ya bi lez xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriiyê bi herêmê rojava û başûrê rojava bi hev ve girê dide. An ku rêyeke stratejîk e ku herêmên herî girîng ên Sûriyê dighîne hev û rehekî sereke ji bo gelên Sûriyê ye ku di bazirganî û veguhestinê de bi kar tînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji êrişên dagirkirinê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê ve ku 9'ê Cotmeha 2019'an de dabû destpêkirin, hewl dide dest deyne ser vê rêyê û dagir bike. Ji ber vê yekê ji baregehên xwe yên li nêzî rê erebe û kamyonan dike hedef.

Tirkiyê bi van êrişên xwe yên bi çekên giran hewl dide rêya ku her sê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide ji hev qut bike.

Gundên li ser rêya M4 yên ku herî zêde têne hedefkirin ev in:

Malikiyê (Mielek): 2 km dikeve bakurê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê û 500 metreyan ji rêya M4 dûr e.

Xalidiyê: 6 km dikeve rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê û li aliyê başûr ê rêya M4 e.

Hoşan: 8 km dikeve rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê û 300 metreyan li aliyê bakurê rêya M4 e.

Dibis: 12 km dikeve rojavayê navenda navçeyê, 300 metreyan li aliyê bakurê rêya M4 e.

Seyda: 2 km dikeve bakurê navenda navçeya Eyn Îsayê, li gorî gundên berê bi bilindbûna xwe tê naskirin.

Mişêrfê û Cehbel: 4 km dikeve rojhiltê navenda navçeye, li bakurê rêya M4 dikeve û rêya ku diçe navçeya Til Temirê tê re derbas dibe. Heger werin dagirkirin wê dewleta Tirk Eyn Îsayê ji aliyê rojhilat ve dorpêç bike.

Fatsa: 10 km dikeve rojhilatê navenda navçeyê û 2 km dikeve başûrê rêya M4.

Sefawiya: 15 km dikeve rojhilatê navenda navçeyê, 800 metereyan li aliyê başûrê rêya M4 dikeve.

Tirwaziya rojhilat û Tirwaziya başûr: 60 km li rojhilatê navenda navçeyê ne û rasterast li ser rêya M4 in.

Ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li ser gundên navborî, rêjeya wêrabûnê li van gundan gihaşt ji sedî 90.

Sedema êrişên li ser van gundan e ew e ku nêzî rêya M4 in û dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide xwe bighîne vê rêyê û dest deyne ser. Di encamê de rêya ku Kobanê, Minbic, Sirîn, Eyn Îsa yên li aliyên rojava bi hev ve girêdide qut bike. Her wiha rêya herêma Cizîrê û Eyn Îsaya ya li aliyê rojhilat qut bike.

ÇIMA EYN ÎSA?

/kr/uploads/files/2022/01/15/182100_-3.webp

Navçeya Eyn Îsa rasterast li ser rêya M4 dikeve û 72 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanê, her wiha 50 km dikeve bakurê Reqayê û 35 km dikeve başûrê bajarê Girê Spî yê dagirkirî.

Navçeya Eyn Îsayê ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku herêmên Efrîn û Firatê bi rêya rêya M4 bi herêma Cizîrê ve girê dide. Her wiha rêyeke herêmî ye ku bajarê Girê Spî yê sînorî ya bi Tirkiyê re û bajarê Reqayê bi hev ve girê dide.

Li aliyekî din, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Eyn Îsayê hate damezirandin û gelek saziyên sivîl û meclisên girêdayî wê lê hene.

Di heman demê de navçeya Eyn Îsa xeta parastina ya yekemîn a bajarê Kobanê, Minbic û Reqa ye, ji ber ku gelek rêyên girîng ên bajarên navborî bi hev ve girêdidin.

ANHA