​​​​​​​Li Silêmaniyê  salvegera damezirandina Kongra Star hate pîrozkirin

Li Silêmaniyê 17’emîn salvegara damezirandina Kongra Star hate pîrozkirin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê  salvegera damezirandina Kongra Star hate pîrozkirin
15 ÇILE, 2022   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê 17’emîn salvegara damezirandina Kongra Star bi merasîmekê hate pîrozkirin. Merasîmê bi deqeyek  rêzgirtina ji bo şehîdên jin destpê kir. Welatiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn.

Di destpêka şahiyê de Leyman Şewîş axivî û got: “Ev tevahiya şehîdên jin bi bîr tînin û berxwedana wan silav dikin. Soz dikin ku rêya wan a li dijî dagirkeriyê li tevahiya Kurdistanê berdewam bikin. Divê jin hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û xwedî li mafên xwe derkevin.”

Di şahiyê de sînevîzyona têkildarî 17 salên têkoşîn û xebatên Kongra Star hate pêşandan. Her wiha gelek stranên şoreşgerî û folklorî yên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kelhorî hatin gortin.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.