Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn

Helbestvan Yusif Berazî di salvegera 13'emîn a wefata wî de  ji aliyê dehan rewşenbîr û malbata wî ve li Hesekê hate bibîranîn.

Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
Helbestvan Yusif Berazî li Hesekê hate bibîranîn
15 ÇILE, 2022   16:23
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 13`an a koçkirina helbestvanê Kurd Yusif Berazî "Bêbuhar", Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê çalakiyeke hunerî li Baxçeyê Xwendinê yê Hesekê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr û hunermendan û malbata helbestan beşdarî bîranînê bûn.

Biraziyê helbestvan Yusif Berazî, Şewket Berazî axivî û îşaret bi welatparêziya helbestvan kir û wiha dewam kir: "Helbestvanên Kurd ên wekî Cegerxwîn û Osman Sebrî bandor lê kirin û her tim di helbestên xwe de behsa doza kurdî dikir."

Dûvre li ser kurtejiyana helbestvanê nemir Yusif Berazî û kar û xebatên wî sinivîsyonek hate pêşandan.

Paşê gelek helbestvan û rewşenbîrên Kurd ji wan Enahîta Sîno, Bawer Can, Hozan Kurkundê, Îsa Ebû Siwar û Ferhad Merdê helbest gotin û nivîsên helbestvan "Bêbuhar" xwendin.

Çalakî bi stranên ji gotinên helbestvanê Kurd Yusif Berazî bi dawî bû.

Helbestvan Yusif Berazî (Bêbuhar) 1931`ê li gundê Til Circiyê yê herêma Babê ya rojhilatê bajarê Helebê ji dayî bûye û dûvre li herêma Serêkaniyê tevî malbata xwe bi cih bûye. Berazî 1943`yan yekemîn helbesta xwe nivîsand û xelata helbestvban Cegerxwîn wergirt. Yusif Berazî 15'ê Çileya 2009'an de wefat kir.

(eh)

ANHA