Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala nû eşkere kir.

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li dar xist
15 ÇILE, 2022   16:19
HELEB

Civîn li hola meclisê bi beşdarbûna tevahî endamên meclisê û komîngehan, nûnerên Kongra Star û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo bi xêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2022/01/15/151511_zhydh-rshyd.webp

Paşê nirxandina rêber Abdullah Ocalan ên derbarê komîn, meclis û şerê gelê şoreşgerî de hatin xwendin. Her wiha rapora salane ya meclisê ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Zehîda Reşîd ve hate xwendin.

Paşê endamê rêveber ê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hesen Îbrahîm rewşa siyasî, leşkerî û aborî li ser asta Sûriyê, herêmî û xwecehî nirxandin.

Hesen Îbrahîm: "Ji 10 salan ve aloziya Sûriyê berdewam dike, dewletên hegemon hîna negihiştien tu lihevkirinan derbarê rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê de. Hêzên navneteweyî û herêmî yên li herêmê ji bo parastina berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê di nava nakokiyan de ne. Desthilata Şamê jî di hemû aliyan de di nava krîzê de tengijye. Tu bernameyên wê yên çareseriyê tunene û dixwaze desthilata xwe bidomîne."

'  BI FELSFEYA RÊBERTÎ Û BERXWEDAN GEL Û ŞROVANAN PLANÊN TIRKIYÊ TÊK ÇÛN'

Hesen Îbrahîm bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Tirkiyê siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelê Kurd didomîne, li herêmên ku dagiririne binpêkirinan dike, demografiya herêmê diguhere, avahiyên mêtîngeriyê lê dike. Her wiha êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Tirkiyê di krîzên aborî, siyasî û leşkerî de tengijî ye û hewl dide van aloziyan derxîne derve, ji ber vê yekê êrişî dewletên derdorên mîna Başûrê Kurdistanê dike, bi hevkariya PDK'ê êrişên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gelo li vir em pirs bikin, gelo gerîla bi dawî bû? Helbet na, bi van serkeftinan planên Tirkiyê têk çûn. Asta ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê gihaştiye ji tevahî gelan re bûye hêviyek. Bi felsfeya rêbertî, berxwedana şervanan û gel planên dagirkeriya Tirk têk çûn."

NÎQAŞ

Beşdaran rola komîn, meclis û saziyan û astengiyên ku di sala borî de kişandine nirxandin. Her wiha girîngiya rola perwerdeya îdeolojîk di rêxistina şêniyan de destnîaşn kir.

PLANSAZÎ

Civîn bi eşkerekirina plansaziya sala nû bi dawî bû. Ji wan planan;

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were xurtkirin, ji bo hînabûna bi zimanê kurdî serdanên ji gel re werin zêdekirin, rola komînan bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê ji endamên wê re bêtir were xurtkirin, rola xizmetguzarî were pêşxistin.

ANHA