'Çalakî wê li beramberî vekirina derî bi dawî nabe'

Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê di meha xwe ya çaremîn de berdewam dike. Di çalakiyê de bang hate kirin ku deriyên sînor wekî kaxezeke siyasî neyê bikaranîn.

'Çalakî wê li beramberî vekirina derî bi dawî nabe'
15 ÇILE, 2022   15:46
QAMIŞLO

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûne, di roja xwe ya 103'yan de bi nobedarî berdewam dike.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê çalakiya îro dewr girtin. Şêniyên Qamişlo ku çalakî dewr girtibûn, şandeya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê pêşwazî kirin.

Di bin konê çalakiyê de, dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û diyar kir ku çalakiya wan dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike û wiha domand: "Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe werbigirin wê demê em ê çalakiya xwe bi dawî bikn. Ne wisa be wê çalakiya me bi salan dirêj bike."

Sûad Mistefa bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û gelên Başûrê Kurdistanê  kir ku bi çalakgeran re bin, zextê li hikumeta Başûr bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.

Her wiha bang ku hikumeta Başûrê  Kurdistanê kir ku helwesta xwe zelal bike û got, heger cenazeyên şehîdan ne bi wan re bila mijarê lêkolîn bike û rastiyê eşkere bikin û li cenazeyan bigerin û radestî malbatên wan bike.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ji hikumeta Başûrê Kurdistanê xwest ku deriyên sînor wekî kaxezeke siyasî bi kar neynin û wiha pê de çû:  "Ji ber ku ev derî ji bo her du aliyan ji bo rewşên mirovî ne. Beriya girtina derî ev kon hatibû vegirtin, daxwaza çalakgeran cenazeyên şehîdan e, nabe ku kon ji bo sedemên siyasî were bikaranîn û li beramberî bidawîkirina çalakiyê derî werin vekirin."

Endamên Desteya Kar û Barên Cvakî wê serdana çalakiyê bikin.

ANHA