Saziya Olî ya Kobanê: Erdogan ol ji xwe re kiriye alav

Saziya Olî ya Kantona Kobanê diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Kobanê, valakirina herêmê ji şêniyên wê ye û da xuyakirin ku ol ji sûcên Erdogan bê guneh e.

Saziya Olî ya Kobanê: Erdogan ol ji xwe re kiriye alav
15 ÇILE, 2022   13:10
KOBANÊ

Saziya Olî ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor û saziyên olî yên cîhanê kir ku sûcên Erdogan eşkere bikin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Saziya Olî ya li Kobanê hat dayîn. Hevserokê saziyê Ebdulrehman Şewket daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em êrişên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên di demên dawîn de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser kantona Kobanê û gundewarên wê ku sivîl, zarok û jinan dikin hedef, şermezar dikin. Bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê, wekî ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û kontrolkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet bajarê Kobanê.

Em bang li civaka navneteweyî, dewletên garantor Amerîka û Rûsya, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên zarokan dikin ku li hember van êrişên terorîst erkên xwe bi cih bînin û helwestekê nîşan bidin. Her wiha bang li saziyên olî yên cîhanê dikin ku sûcên Erdogan eşkere bikin."

Beriya çend rojan navenda Kobanê û 6 gundên wê ji aliyê artêşa Tirk ve bi balafirên bêmirov hatibû bombebarankirin.

 (dx)

ANHA