Şêniyên Erîmayê: Dijmin nikarin vîna me bişikînin

Şêniyên bajarokê Erîma yê Babê, şehîdxistina 2 endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê kesên nenas ve, şermezar kir û piştrast kir ku ev sûc îsbat dikin dijmin qels in û nikarin vîna gelê herêmê têk bibin.

Şêniyên Erîmayê: Dijmin nikarin vîna me bişikînin
15 ÇILE, 2022   13:02
MINBIC

12`ê Çileyê kesên nenas 2 endamên Partiya Sûriye Pêşerojê; Zekeriye El-Cebar û Beşar El-Hac Bekûr li bajarokê Erîma yê li rojhilatê bajarê Babê şehîd kirin.

Têkildarî mijarê Ehmed El-Husif ku kurapê her du şehîdan e, got: “Ev kiryara terorîstan e. Hedefgirtina sivîlan sûc e. Em dizanin ew kes tirsonak in, ji ber ku xwe veşartin. Ev delîla terora wan e. Sûcekî hovane ye. Armanc şikandina morala gelê herêmê ye. Lê berovajî wê rû da. Em bi hêztir û bi isrartir bûn. Em ê li hember hemû dijminan li ber xwe bidin û nikarin vîna gel têk bibin.”

Welatiyê bi navê Mîzer El-Emale ku rûspiyekî herêma Babê ye, bûyera kuştinê wek sûcekî hovane bi nav kir û got: “Çi dikin bila bikin, ew nikarin vîna me bişikînin. Gel hevgirtî ye û kiryarên wiha vîn û israra me xurttir dikin.”

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê gundewarê Babê Fatme Mihemed Hemîd jî got: “Ev sûc îsbat dike ku dijminên me zeîf in. Dema nekarîn fitneyê belav bikin, êdî êlan dikin hedef. Bi taybet ciwanan. Ji ber ku xwe di nava partî û civakê de birêxistin kirin û roleke çalak li herêmê dilîzin.”

Fatme wiha pê de çû: “Hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin. Lê bi saya hevgirtina civaka me, ew nikarin bigihêjin armancên xwe. Ez hêvî dikim ku hemû cureyên terorê û dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî bi dawî bibin.”

(şx)

ANHA