Tevgera Çand û Huner a Efrînê: Divê PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin

Tevgera Çand û Hunerê a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li saziyên navnetewî yên hiqûqî kir ku PKK ji "lîsteya terorê" were derxistin.

Tevgera Çand û Huner a Efrînê: Divê PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin
15 ÇILE, 2022   13:33
ŞEHBA

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê îro li navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, daxuyaniyek da û bang li aliyên peywendîdar kir ku PKK`ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgerê Ciwan Hesen ve bi zimanê kurdî hate xwendin.

 Daxuyanî wiha ye.

"Sîstema AKP`ê bi amûrên xwe yên cihêreng kok ango, çand armanc girtiye û bi tevahî hêza xwe ya ne exlaqî ku dûrî pîvanên mirovatiyê ye, hewl dide kurdan li ser rûyê zemînê tune bike û peyva kurd binax bike.

Şerê kurdê zindî, kurdê rûmetdar û welathêz dike. Bo nimûne, piştî dagirkirina Efrînê gotistanên şehîdan yekser hatin hedefgirtin, ev jî nîşaneke ku dagirker ji xweş û zindiyan ditirse, ji vîndar û evîndarên welêt ditirse.

Ne tenê şehîd rastî hovîtiya dewleta Tirk û pêxwasên wê hatin, darên zeytûnê yên pîroz ku di qurana kerîm de hatiye binavkirin jî para xwe ji qirkirinê wergirtin. Şûnwarên pîroz û dîrokî yên ku rasteqîna Kurdan diyar dikin bi temamî hatin wêrankirin.

Dewleta Tirk a faşîst ku li pêş çavên tevahî sazî û dezgehên qaşo mafnas in niştecihên Kurd ên resen bi darê zorê ji xakê koçber dike û li cihê wan çeteyan bi cih dike.

Li hemberî siyasetên pişaftin û qirkirinê, Tevgera Azadiya Kurdistanê keleha vîn û têkoşînê ye. Ne tenê wisa ji gelên aştîxwaz û azadxwez re tiryaq e. Ji ber tevahî cîhanê ve terora DAÎŞ`ê têk bir û ta niha jî şerê wê dike. DAIŞ perespektîfên xwe rasterast ji dewleta Tirk werdigire û heta bûye hembêzgeha wê.

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî bi heman şêweyên kirêt siyasetên înkar û îmhayê bi binçavkirin, destdirêjiyên zayendî, qirkirina xwezayê û hwd, dide meşandin. Li Başûrê Kurdistanê li hember Tevgera Azadiyê, çekên kîmyawî yên qedexekirî bi kar anî.

Tevgera Azadiyê, nûnertî û pêşengiya exlaq, wekhevî û edaletê dike û çareya herî guncaw ji bo tevahî mirovahiyê pêşiniyaz dike, ku projeya netewa demokratîk nimûneya herî serkeftî ye. Li dewsa ku bê xelatkirn tê sizakirin. Ji lew re em Tevgera Azadiya Kurdistanê vîna xwe ya azad dibînin."

Daxuyanî bi berzkirinkirna sloganan bi dawî bû.