Dr. Mihemed Hebeş: Ol ji bo biratî û jiyana hevbeş derketin

Akademîsyen û ronakbîr Dr. Mihemed Hebeş bang li oldaran kir ku xîtaba olî rast bikin û piştrast kir ku xîtaba ku banga nefretê dike, ji olê dûr e.

Dr. Mihemed Hebeş: Ol ji bo biratî û jiyana hevbeş derketin
15 ÇILE, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Akademîsyen û ronakbîrê Dr. Mihemed Hebeş têkildarî Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî duh di bernameyeke taybet de ji ajansa me re axivî.

Dr. Mihemed Hebeş destnîşan kir ku lidarxistina kongreyê gaveke girîng e, bi taybet li gel xitimandina asoyên têkiliyên di navbera xîtaba olî û jiyanê de.

Hebeş got di çend serdemên dawîn de têkiliyên olî li ser dijberiyê, nakokî û parçebûnê ava bûne û wiha domand: “Divê xîtaba olî ji vê yekê dûr bikeve. Li şûna wê biratiya olan, xurtkirina hevbeşiyê di navbera olan de û avakirina çandekê teşwîq bikin.”

`TUNDRAW CILÊN OLÎ LI XWE DIKIN`

Têkildarî tundrawiyê Hebeş got: “Em bi pirşgirêkekê re rû bi rû mane. Tundrawî ebaya olî li xwe dike, sloganên ola îslamê berz dike. Ruxmî ku dirûşmên wê Xwedê, Qurana pîroz û pêxember bûn, lê dîsa jî tundî û hovîtî pêk anîn. Pêwîstiya me bi guhertina xîtaba îslamî heye. Divê oldarên ku îdia dikin nirxên îslamê, rehmê û dilnermiyê dizanin, li hember wan kesan bisekinin û wêneyeke diyar a îslamê pêşkêş bikin.”

`PROJEYÊN WÊRANKER`

Têkildarî bikaranîna olê Dr. Mihemed Hebeş got: “Cudahiyeke mezin di navbera îslam û projeyên wêranker de heye ku gotinên herî kirêt di dîroka îslamê de hatine gotin derdixin û ji nû ve di xîtabên xwe de bi kar tînin.”

Hebeş destnîşan kir ku di hemû destûrên li cîhanê de behsa wekheviyê, qedexekirina cudakariyê li ser bingeha ol, reng û nîjadan heye û wiha pê de çû: “Lê em bi zordestiyekê re rû bi rû mane ku destûrê înkar dike. Destûr di çarçoveya teoriyê de baş in lê di pêkanînê de pirsgirêk hene.”

‘DIVÊ METARYAL BÊN GUHERTIN`

Dr. Mihemed Hebeş got: “Pirsgirêka herî mezin niha, pozbilindî ye. Divê em materyalên xwe biguherînin. Em behsa jiyanê dikin. Em beşek ji vê cîhanê ne. Em ne di ser neteweyan re ne. Ayetên ku behsa vê yekê dikin li gorî şert û mercên dema xwe bûn. Dem guheriye, ne ji mafê me ye bibêjin em di ser neteweyên din re ne.”

Di dawiyê de Dr. Mihemed Hebeş got: “Ez bang li oldarên hemû olan dikim ku ji çanda pozbilindiyê xilas bibin.”

(şx)

ANHA