Li Reqayê 4 diz hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê El-Hezîma yê Reqayê 4 diz girtin.

Li Reqayê 4 diz hatin girtin
15 ÇILE, 2022   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û tê de ev agahî dan: "Di berdewama xebatên Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî yên şopandina gendeliyê de, hêzên me 4 kesên ku dizî kiriye, şopandin û piştî lêpirsînê ew girtin. Her wiha bi wan re çek û gelek tiştên ku hatine dizîn, hatin desteserkirin.

Di encama lêpirsînê de xuya bû ku wan çar kesan dizî kiriye û tiştên ku bi wan re hatine desteserkirin jî ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên xwe yên li dijî diziyê zêde kirine û di hefteyên borî de li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek diz girtine.

(dx)

ANHA