Kongra Star civîna xwe ya salane li dar dixe

Kongra Star bi beşdarbûna 300 delegeyan û nûnerên Heleb û Şamê civîna xwe ya salane li dar dixe.

Kongra Star civîna xwe ya salane li dar dixe
15 ÇILE, 2022   12:21
QAMIŞLO

Kongra Star a Rojava di salvegera damezirandina xwe ya 17`emîn de îro li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a kantona Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar dixe.

Di civînê de berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed diyar kir ku Kongra Star nûnertiya hemû jinên li Rojava dike, her wiha Kongra Star li hember zîhniyeta serdestiya mêran û kevneşopên civakî sekinî da ku armancên Şoreşa Rojava ya avakirina civakeke demokratîk pêk bîne."

Remziye Mihemed destnîşan kir ku rola jinan a di şoreşa Rojava de, têkoşîna wê gihand hemû cîhanê.

Koordînatora Kongra Star Mûna Yûsif jî da zanîn ku Kongra Star ne wekî rêxistinên din ên jinan e, felsefeya rêber Abdullah Ocalan esas digire ku ji bo doza jinan û li gorî mîrasa wê ya dîrokî tê dikoşe. Her wiha piştrast kir ku jinên ji hemû pêkhateyan ji bo avakirina civakeke azad li dijî zayendperestî û hemû cureyên tundiyê tê dikoşin.

Komîteya amadekar da zanîn ku civîna salane ya Kongra Star dê du rojan dewam bike; roja yekemîn dê rapora salane û perspektîfên rêber Abudullah Ocalan werin nîqaşkirin û di roja duyemîn de jî dê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û plansaziya salê were derxistin.

ANHA