Rêxistineke amerîkî: Girtina deriyê Til Koçer bandoreke xirab li xebatên tenduristiyê dike

Rêxistineke amerîkî hişyarî da ku ji ber şerê li Sûriyê û girtina deriyê sînor ê Yarûbiye (Til Koçer) xebatên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zehmetiyên dijwar re rû bi rû mane.

Rêxistineke amerîkî: Girtina deriyê Til Koçer bandoreke xirab li xebatên tenduristiyê dike
15 ÇILE, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina bijîşkan a ji bo mafên mirovan ku navenda wê li New Yorkê ye, rapora xwe di Kanûnê de derxist. Di raproê de behsa warê tenduristiyê ya li bakurê Sûriyê kir, di nav de herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bandorên şerê navxweyî yê Sûriyê li ser xebatên tenduristiyê berdewam in. Li gorî raporê hêzên hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê hewl dide parêzgeha Idlibê vegerîne bin serweriya xwe. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Sûriyê didomînin. Gelek caran çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê ku alîgirên dewleta Tirk in, bi QSD`ê re bi hev dikevin.

Ruxmî ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên din ên dagirkirî aramtir e lê di raporê de hat diyarkirin ku li herêmê gelek pirsgirêkên tenduristiyê hene. Neteweyên Yekbûyî (NY) di encama zextên Rûsyayê de sala 2020`an deriyê Yerûbiye (Til Koçer) girt.

Alîkariyên ku bi rêya deriyê Bab El-Hewa ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, derbasî Sûriyê dibin, nagihêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî bijîşkekî ji Sûriyê ku tev li nivîsandina raporê bûye, li pêşiya veguhastina alîkariyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek zehmetî derdikevin.

Dr. Husam El-Nehas ji Al-Monitor re wiha got: “Têkildarî veguhastina alîkariyan di navbera herêmên cuda de metirsî hene. Gelek kom bendên kontrolê datînin. Ji ber wê alîkariyên tenduristî yên bingehîn bi xetereya revandinê re rû bi rû ne.”

El-Nehas wiha domand: “Li ber gihandina alîkariyan gelek zehmetî derdikevin. Ji ber derengmayîna radestkirina wan alîkariyan, li ser dermanan xetereya telefbûnê çêdibe ku divê di pileyên germahiyê yên kêm de werin parastin, mîna derziyên Koronayê û însulînê. Komên mirovî di kampa de kar dikin. Li derveyî kampan gelek kes hene ku derfetên tenduristiyê li cem wan kêm in.”

El-Nehas bal kişand ser gendeliya li herêmên hikumeta Şamê û got: “Ev gendelî lêçûna gihandina alîkariyan zêde dike.”

El-Nehsa wiha berdewam kir: “Parçekirina pergalên tenduristiyê karê me bi giştî dijwar dike.”

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat di 11`ê Çileyê de Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê dema vekirina Bab El-Hewa heta 6 mehan dirêj kir û deriyê sînor ê Yerûbiye dê heta demeke nediyar girtî bimîne.

(şx)