Bi balafirên bê mirov êrişî baregeha Beled hat kirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku bi sê balafirên bê mirov hewl hat dayîn êrişî balafirgeha leşkerî ya Beled a li parêzgeha Selahudînê were kirin, lê êriş vala hat derxistin.

Bi balafirên bê mirov êrişî baregeha Beled hat kirin
15 ÇILE, 2022   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand, di saetên sibehê de bi sê balafirên bê mirov ên nenas hewl hat dayîn êrişî balefirgeha leşkerî ya Beled a li parêzgeha Selahudînê were kirin.

Hat gotin, li ser bersivdana nobedarên balafirgehê, her sê balefir ji ser asîmanê balafirgehê dûr ketin.

Roja 8’ê Çile jî bi balafireke bê mirov êrişî balafirgehê hatibû kirin.

Balafirgeha Beled dikeve başûrê parêzgeha Selahudîn, nêzî 64 kîlometreyan ji Bexdayê dûr e. Balafirgeha sereke ya balefirên F16 yên Iraqê ye.