Yesrî Ubeyd: Îstîfakirina Hemedok krîza Sûdanê girantir kir

Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemedok îstîfa kir û li pişt xwe nakokiyên bigirêk di navbera aliyên leşkerî û sivîlan de hiştin. Lêkolînerê ji Misirê Yesrî Ubeyd hişyarî li ser nebaşiya rewşê da, heke serokwezîrek ji hêla hêzên sivîl ve bi erêkirina leşkeran neyê hilbijartin.

Yesrî Ubeyd: Îstîfakirina Hemedok krîza Sûdanê girantir kir
15 ÇILE, 2022   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemedok ji erka xwe îstîfa kir û vê yekê jî krîza Sûdanê gurtir kir. Ji ber Hemedok kesayetekî di navbera aliyên leşkerî û sivîl de qebûlkirî bû û xeleka gihandina welat ber bi pêkanîna xwestekên gel ve, ji dema hilweşîna rejîma Omer El-Beşîr sala 2019’an ve, bû.

Beriya demekê û bi ragihandina fermandarê artêşa Sûdanê Ebdufettah El-Buran rewşa awarte, rakirina meclisa serwerî û wezîran re di 25’ê Cotmeha 2021’an de xwepêşandanên Sûdanê yên bi xwesteka birêvebirina sivîl, zêde bûn.

Li gel zextên navneteweyî, El-Buran lihevkirineke nû bi aliyê sivîl re di 21’ê Mijdara 2021’an de bi navê "Lihevkirina Siyasî" pêk anî. Bi wê re serokwezîr Hemedok ji nû ve vegerî ser erka xwe, her wiha siyasetmedarên girtî serbest berdan. Lê vê pêşeketinê bi xwe re hêrsa gel û partiyên siyasî yên li welat bilind kir û helwesta "Hêzên Ragihandina Azadî û Guhertinê" ji daxwazên vegera welat li beriya 25’ê Cotmehê veguherî "Na ji dan û standin, na ji şirîkatî û na ji rewabûnê re" û gotin "Çare di hilweşîna desthilata meclisa leşkerî û standina desthilata gel de ye."

HEMEDOK JI SIYASETÊ VEDIKIŞE

Bi xwepêşandan re li tevahî bajarên Sûdanê, di vê dawiyê de hin agahî bi dest ketine ku serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemedok niyet dike ku îstîfa bike û ji siyasete vekişe.  Lê Hemedok bi fermî êvara yekşemê (2 Çile) piştî du mehan ji derbaya li pey xwepêşandanên çewisandinê ku tê de 63 hatine kuştin, îstîfa kir.

Hemedok di xîtabeke televîzyonê de wiha gotibû: "Min bi hemû hêza xwe hewl da welat ber bi karesatekê ve neçe û niha welat ber bi vê yekê ve diçe. Li hember wê jî parçebûn di hundirê hêzên siyasî de û nakokî di navbera pêkhateyan de heye."

Hemedok da zanîn ku erêkirina wê ji erka serokê wezaretê re di Tebaxa 2019’an de li gorî zemîneke pêbawer ê destûrê û lihevkirina siyasî ya di navbera aliyên sivîl û leşkerî de bû. Lê piştre nakokî di navbera wan de çêbûn.

Serokwezîrê Sûdanê di dawiyê de got wî biryar da ku amanetê ji nû ve ji wan re vegerîne û îstîfaya xwe ji erkê serokwezîrtiyê re kir.

Ev ragihandin, piştî bi hezaran sûdanî di xwepêşandanên ber bi qesra serokatiyê ya li Xertûmê ve dest pê kirin, pêk hat. Lê hêzên ewlehiyê bi gazê ji hev veqetandin, înternet û peywendî bi giştî qut kirin.

‘BÊBAWERÎ Û ÎXANETA JI ŞOREŞÊ RE’

Îstîfakirina Hemedok mizgîniya nexêrê ji 2022’yan re ye. Di demekê de ku nakokiyên aliyên sivîl û leşkerî gihaştin lûtkeyê, îstîfakirinê bi xwe re gelek nixumandin ji bo pêşeroja Sûdanê çêkirin.

Têkildarî vê yekê nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Misirê Yesrî Ubeyd da zanîn ku sedemên ku hiştine Hemedok îstîfa bike, wiha ne: "Hêzên sivîl û hêzên civaka sivîl lihevkirina bi meclisa leşkerî ya Sûdanê re ku di Mijdara borî de pêk hatiye red kir û Hemedok tawanbar kir ku îxanet li şoreşê û rêgezên wê kir."

Ubeyd wiha domand: "Ji wê demê ve, xwepêşandanên li Sûdanê li dijî vê lihevkirinê hene. Wê jî xebata avakirina hikumeta Sûdanê asteng kir."

Ubeyd destnîşan kir ku nebaweriya di navbera aliyên leşkerî û sivîl de hişt ku wateya vê lihevkirinê were windakirin, bi wê re Hemedok neçar ma ku îstîfa bike. Ji ber dît ku êdî rê li pêş xebata avakirina hikumetekê ku tevahî aliyên Sûdanê li hev bikin, girtî ne.

GURKIRINA ALOZIYÊ

Lêkolînerê siyasî yê misirî piştrast kir ku îstîfakirina Hemedok dê aloziya Sûdanê gurtir bike û wiha axivî: "Aliyê hêzên sivîl û hêzên civaka sivîl ên destekê didin şoreşa Sûdanê ve li ser navê Ebdullah Hemedok li hevkirî bû. Anku kesayeta Hemedok ji aliyê van hêzan ve hatibû erêkirin."

Nivîskar îşaret pê kir ku navê Hemedok ji hêla hêzên sivîl û meclisa leşkerî ve hatibû qebûlkirin û istîfaya wî di vê demê de dê aloziyê gurtir dike. Ji ber ku zehmet e kesekî di nav hêzên sivîl de xwedî navekî giran be, were peydakirin, da ku bi erka serokwezîr rabe. Heta niha sivîl hilbijartina meclisa leşkerî ya serokwezîrê nû red dikin û dibînin ku ji mafên hêzên sivîl e, lê ne ji mafên meclisa leşkerî yan meclisa serwer e ku hilbijêre.

Kesên rewşa kar û barên Sûdanê dişopînin, dibînin ku îstîfakirin dê bandoreke mezin li hikumê leşkerî bike, her wiha dê zextên kolanê bêhtir bike, nexasim ku navên hêzên sivîl li ser li hev bikin, tune ne.

Ubeyd piştrast kir ku îstîfakirin xizmeta hikumê leşkerî yê Sûdanê nake, ji ber ku ew ê hestên hêzên sivîl ên Sûdanê gur bike û ew jî hebûna leşkerî ya desthilatê red dikin. Li aliyekî din jî meclisa leşkerî ji hêla gelê sûdanî û hêzên sivîl ve kir cihê nerazîbûnê û ev jî dê bandorê li giraniya meclisa leşkerî û hebûna wê ya di desthilatê de bike.

Ubeyd diyar kir ku Ebdullah Hemedok navbenykarê di navbera sivîl û leşkeran de bû û rewşa heyî ya bêewlehiyê yan jî nediyarkirina navekî ku bi erka avakirina hikumeta nû rabe, mezintirîn nîşane ye.

NAVÊN MUHTEMEL ÊN ŞÛNA HEMEDOK BIGIRIN

Di demekê de ku parçekirinên cidî di qada siyasî de hene û gel darbaya leşkerî red dike, pêşbîniyên li ser hilbijartina navên muhteml ên li şûna serokwezîrê îstîfakirî Ebdullah Hemedok hene, di encamê de ger ji aliyê meclisa leşkerî ve û li gorî şertên wê neyê diyarkirin, zehmet e kesayetek were hilbijartin.

Têkildarî navên ji bo li şûna Ebdullah Hemedok hatine pêşniyarkirin, Ubeyd got: "Peywendiya meclisa leşkerî bi wezîrê darayî yê sûdanî yê berê Îbrahîm Bedewî re heye, lê şert kir ku lihevkirineke niştimanî ji bo hilbijartina wî ji hikumeta nû re hebe, da ku heman sedemên berê dernekevin."

Îbrahîm Ehmed Bedewî (86) akademîsyen û aborînasekî sûdanî ye, di hikumeta Ebdullah Hemedok de ji Îlona 2019`an heta Tîrmeha 2020`an ve wezîrê darayî bû.

Ubeyd diyar kir ku navekî din ji bo xîlafeta Hemedok hatiye pêşniyarkirin ku ew jî balyozê sûdanî yê li Washingtonê Nûredîn Satî ye, lê wî jî şert kir ku lihevkirineke nîştimanî hebe.

XWEPÊŞANDAN DÊ BERDEWAM BIKIN… GELO HÊVÎ HENE?

Komîteyên orgenîzekirinê li Sûdanê soz da ku ew ê heta bidawîhatina veguhertina sivîl xwepêşandan berdewam bike, ev jî hişyariya li ser kaosê dike û dê bandorên wê li ser qadên siyasî, ewlehî û aborî yên Sûdanê zêde bin.

Têkildarî pêkhatina vê yekê Ubeyd dibîne ku ev daxwaz pêk nayê û meclisa leşkerî û meclisa sûdanê bi hêzê cihê xwe di desthilatê de girtine û divê demekê veguhastinê hebe û tê de aliyên leşkerî û sivîl bi hev re bin da ku welat ji vê krîzê derkeve.

(fr-eh)

ANHA