​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bangên betalkirin hikumeta El-Debîbe

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Lîbyayê, peymanên teqînên li Bexdayê û rewşa Tunisê de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bangên betalkirin hikumeta El-Debîbe
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bangên betalkirin hikumeta El-Debîbe
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Bangên betalkirin hikumeta El-Debîbe
15 ÇILE, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

`BANGEWAZIYÊN PARLAMENTOYÊ JI BO BETALKRIINA HIKUMETA EL-DEBÎBE`

Girêdayî rojeva Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Gelek parlamenterên lîbyayî ragihand ku hikumeta El-Wehdê El-Weteniyê ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe nas nakin û bang li dûrxitina El-Debîbe ji serokatiya hikumetê û diyarkirina kesayeteke din kirin da ku hikumeteke teknokrat were avakirin. Li aliyekî din serokê parlamentoyê Eqîle Salih bang li parlamenteran kir ku du sibe li bajarê Tibreqê yê li rojhilatê welêt civîneke fermî li dar bixin.

Parlamenteran piştrast kir ku ew bi helwesta xwe ve girêdayî ne û banga lêpirsînkirina hemû  mijarên sûc û gendeliyê kir. parlamenter Talal El-Meyhûb û Tariq El-Herûşî destnîşan kir ku hikumeta alternatîf dê di nava tedbîrên ewlehiyê, yekkirina saziyan, kêmkirina azarên gel û rawestandina gendeliyê de erkên diyar pêk bîne da ku zemîneke guncew ji bo lidarxistina hilbijartinan di zûtirîn dem de ava bibe.”

` HEŞID EL-ŞEBÎ JI EL-SADIR RE PEYAM ŞAND`

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên iraqî gotin teqînên li dijî partiyên sunnî û avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi serkêşiya Mesûd Barzanî ya li Iraqê, gelek peyamên yekser didin serokê Şepêla El-Sadir Muqteda El-Sadir û partiyên din ku xwe amade dikin bibin yek û hikumeta nû ya Iraqê ava bikin. Ev peyam wiha ye; mislîsên Heşid El-Şebî beyî hebûna wê nahêle tu hikumet ava bibe.

Înê li du avahiyên bloka sunnî ya herî mezin teqînê rû da, lê windahî çênebûn. Pêncşemê jî li dijî avahiya PDK`ê ya li Bexdayê teqînek pêk hat. Li gorî endamekî polîsên paytextê, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li gorî rayedarekî hikumeta Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike, dibe ku alîgirên Îranê tundiyê bi kar bînin da ku cihekî di hikumetê de bigirin, lê ew ê negihêje asta şerekî giştî a bi El-Sadir re.”

`LI TUNISÊ IXWANAN ÊRIŞÎ ENDAMÊN EWLEHIYÊ KIR`

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê der barê rewşa Tunisê de wiha nivisî: “Xwepêşendêrên Tevgera El-Nehdayê li kolana El-Hebîb Bûrqîbe ya paytextê êrişî hêzên ewlehiyê kirin. Ji ber wê hêzên ewlehiyê xwepêşendan berbelav kir, 6 terorîst girtin ku bi wan re dron û pere hebûn. Li aliyekî din Wezareta Kar û Barên Hundir di çarçoveya parastina ewlehiya giştî li 2 kesan qedexeya derketina ji mal ferz kir. Wezaretê duh ragihand ku bi sedan xwepêşendêran êrişî bendên ewlehiyê û hêzên ewlehiyê kirin.

Her wiha wezaretê destnîşan kir ku hêzên ewlehiya wetenî li çiyayê El-Celûd 4 kes girtin ku bi wan re 94 hezar dînar û 2 dron hebûn.”

(şx)