Endamên meclisên sivîl ên Reqayê bêdengiya li hember hedefgirtina sivîlan şermezar kir

Endamên rêveber ên meclisên sivîl ên Reqayê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku nehêlin dewleta Tirk sûcan pêk bîne.

Endamên meclisên sivîl ên Reqayê bêdengiya li hember hedefgirtina sivîlan şermezar kir
15 ÇILE, 2022   01:40
REQA-ALA EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan didomîne. Di vê dawiyê de dewleta Tirk êrişî bajarê Kobanê kir û di encamê de gelek jin û zarok şehîd bûn û bi dehan kes jî birînda bûn.

Têkildarî mijarê endamên saziyên sivîl ên Reqayê ji ajansa me re axivîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û bêdengiya civata navneteweyî li hember wan sûcan şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El-Îsa wiha got:  "Em kiryarên tirsonek a dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Kobanê bi tundî şermezar dikin ku hemwextî salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê êrişî bajêr pêk tê."

Luey El-Îsa diyar kir ku li gel bêdengiya navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker rêzesûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hedefgirtina Kobanê, sivîlan, zarokan û cihên olî xeleke ji van sûcan e.

Di dawiyê de Luey El-Îsa got, divê civata navneteweyî destûrê nede dewleta Tirk a dagirker ku êrişî herêmê bike.

Her wiha endama Meclisa Giştî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl wiha axivî: "Dewleta Tirk armanc dike, tirs û xofê bixe dilê şêniyan d ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de di nav ewlehyê de ne, da ku wan koçber bike û axa wan dagir bike."

Feyrûz Xelîl bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêmên dagirkirî bi taybet şermezar kir.

Feyrûz Xelîl di dawiyê de destnîşan kir, bêdengiya civata navneteweyî rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku sûc û komkujiyan li dijî herêmê pêk bîne û êrişî sivîlan bike.

(şx)

ANHA