​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê sûcê şehîdxistina 2 endamên xwe şermezar kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê bajarê Babê sûcê kuştina 2 endamên partiyê şermezar kir û got ev bûyer projeya nîştimanî ya partiyê dike hedef.

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê sûcê şehîdxistina 2 endamên xwe şermezar kir
14 ÇILE, 2022   11:52
MINBIC

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Babê, têkildarî hedefgirtina 2 endamên wê ji aliyê kesên nenas ve, daxuyanî da.

Di 12`ê Çileyê de kesên nenas 2 endamên partiyê; Zekeriye El-Cebar û Beşar El-Hac Bekûr ên ji Babê qetil kiribûn.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Babê Ehmed El-Abûr daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê ya li navçeya Erîme ya Babê xwend.

Gelek rûspiyên bajarê Babê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Tevgera Ciwanên Şoreşger di xwendina daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî serkeftina projeya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rizgarkirina herêmê ji mezintirîn rêxistinên terorîst li cîhanê bi saya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) û yekitiya pêkhateyan, li cîhanê bû mînaka demokrasiyê. Her wiha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û hemû dozên li Rojhilata Navîn bûye model.”

Di daxuyaniyê de hat diyakririn ku gelek alî û hêzên mêtinger ji ber vê serkeftinê ne rehet bûn ji ber wê hewl didin vê projeyê tune bikin, dixwazin herêmê vegerînin rewşa beriya sala 2011`an û dîsa zordestiyê li ser gel bimeşînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji dema damezirandina partiya wan (2018) ve, partiyê soza temamkirina rêya şehîdên azadiyê û pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk a pirreng daye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku hedefgirtina kadroyên partiyê berdewam e; mîna hedefgirtina şehîd Omer Elûş, Merwan El-Fiteyh, Hevrîn Xelef, Ferhad Remedan, Hemze Hec Elî û herî dawî Beşar El-Hac Bekûr û Zekeriye El-Cebar şehîd xistin û wiha hate gotin: “Şehîdxistina hevalên me, hedefgirtina projeya nîştimanî ya partiyê ye ku hewl dide civakeke demokratîk ava bike. Em vê kiryara tirsonek şermezar dikin.”

Hate zanîn ku cenazeyên her du endamên partiyê dê îro li Goristana Şehîdan a Minbicê bên oxirkirin.

(şx)

ANHA