Şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê hatin veşartin

Cenazeyên endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Erîma Zekeriya El-Cebar û Beşar Bekûr ku di êrişa kesên nenas de şehîd bûne, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê hatin veşartin
Şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê hatin veşartin
Şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê hatin veşartin
14 ÇILE, 2022   15:52
MINBIC

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Erîma Zekeriya El-Cebar û Beşar Bekûr 12`ê Çileyê  dema ku erka xwe bi cih dianîn di êrişa kesên nanas de şehîd bûn.

Girseya gel cenazeyên her du şehîdan ji pêşiya nexweşxaneya Firatê ya naverasta bajarê Minbicê wergirgin û ber bi goristana Şehîdan a Minbicê ve bi rê ketin.

/ar/uploads/files/2022/01/14/152911_mhmd-alshykh.webp

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed Şêx axivî û wiha got: "Ev her şehîdên qehreman tu guneh nekiribûn, lê ji bo pêkanîna aştî û ewlehiyê li welatê xwe dixebitîn, lê destê xedirê yê dijminê biratî, azadî û aştiyê dirêjî wan kir."

/ar/uploads/files/2022/01/14/152854_ibrahym-alqftan.webp

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan got: "Yên ku îstiqrarê ji bo Sûriyê dixwazin bila werin diyalogan bikin da ku Sûriyekê ava bikin ku bibe navenda diyalog ne navenda qetilkirin û rihandina xwînan. Ji ber şehîdbûna van ciwanan ez diêşim. Yên bi xweda û roja îxîretê bawer e, bila bizanibe ku wê xwedayê xwe bibîne û ji ber ku sûcên ku kirine wê werin pirsîn. "

/ar/uploads/files/2022/01/14/152931_mhmd-aly-alabw.webp

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo  banga hevgirtinê li gelê Sûriyê kir ku "Sûriyê ber bi ewlehî, aştî û biratiyê ve bibe."

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Îdo nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Cenazeyên şehîdan bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA