Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê şehîd Xebat Dêrik di salvegera şehadeta wî ya 11`an de bi bîr anî.

Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik
Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik
Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik
Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik
Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik
Li Girkê Legê û Dêrikê bîranîna şehîd Xebat Dêrik
14 ÇILE, 2022   11:02
QAMIŞLO

Îro salvegera 11`an a şehehadeta damezirînerê yekemîn ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Mehmûd Remadan Mihemed (Xebat Dêrik) e ku ji aliyê alîgirekî ENKS’ê ve li Qamişloyê hat şehîdkirin.

Şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, şandeya Desteyên Rêveberiya Xweser herikîn Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê û tev li merasîma bîranîna şehîd Xebat Dêrik bûn.

Di merasîmê de bi navê malbata şehîd biraziyê şehîd Xebat Dêrik Şivan Mihemed axivî û di kesayeta şehîd Xebat de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Şivan Mihemed pêwîstiya şopandina rêya şehîdan piştrast kir û got: “Divê gelê me li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bike û ala azadiyê bilind rake.”

Şivan Mihemed soza şopandina rêya şehîdan da. Di dawiya merasîmê de beşdaran baqên gulan danîn ser gora şehîd Xebat Dêrik.

(şx)

ANHA