Şandeyên Tirkiye û Ermenistanê gihaştin Moskovê

Şandeyên Ermenistan û Tirkiyê îro çûn Rûsyayê. Her du şande dê ji bo normalîzekirina têkiliyan li hev bicivin.

Şandeyên Tirkiye û Ermenistanê gihaştin Moskovê
14 ÇILE, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Russia Today ku agahiyên xwe dispêre ajansa Novostî, cîgirê serokê parlamentoya Ermenistanê Rubin Rubinyan serkêşiya şandeya Ermenistanê dike û balyozê berê yê Tirk ê DYA`yê Serdar Kiliç jî serkêşiya şandeya Tirk dike.

Di Kanûna 2021’an de Enqere û Yerîvanê ji bo normelîzekirina têkiliyan 2 nûner diyar kiribûn. Ji sala 1991`an ve, Tirkiye û Ermenistanê tu têkilî bi hev re danenîn û sînorên bejahî di navbera her du welatan de girtîbûn.

Sala 2020`an dewleta Tirk ragihand ku rêwîtiyên yekser di navbera her du welatan de dê dîsa dest pê bikin. Ermenistanê jî qedexeya li ser malên Tirkiyê rakir.

Li gorî ajasa Tax duh pêncşemê şîrketa Ermenistanê Fly One Armenia destûr ji desthilata Tirk wergirt ku rêwîtiyan di navbera her du welatan de dest pê bike.

(şx)