Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir

Şêniyên gundê Fatse yê rojhilatê gundewarên navçeya Eyn Îsayê got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî malên wan bi moşek û topan kirin hedef. Di encamê de av û kehrebe li ser wan qut bûn.

Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk binesaziya gundê Fatse yê Eyn Îsayê wêran kir
13 ÇILE, 2022   12:49
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî jîngehan topbaran dike. Di wan êrişan de çekên giran, moşek û dron bi kar tîne. Her wiha yekser stasyonên avê û torên kehrebeyê yên wan gundan kirin hedef û qanûnên navneteweyî yên têkildar binpê kirin.

Gundê Fatse yê nêzî depoyên Şergirak û li başûrê rêya M4 hema bêje rojane tê topbarankirin. Tê de derdora 200 malbat hene di nav de koçberên ji herêmên din û şêniyên resen.

Kameraya ajansa me piştî şeveke dirêj a topbaranê, nêrînên gundiyan têkildarî topbaranê girt. Welatiya bi navê Şaha Elî got: “Ji ber topbaranê em nikarin xew bikin. Kêliya topbaranê me neçar dibin ji mal derkevin çolê û zarokên me ji sermayê nexweş dibin.”

Şaha ev pirs kir: “Gelo me çi kiriye, heta kengî topbaran dê berdewam bike û Erdogan çi ji me dixwaze?”

Şaha wiha berdewam kir: “Pirî caran bi şev û hin caran bi sibê gund topbaran dikin. Ji ber wê zirar gihaşt torên avê û kehrebeyê û av, kehrebe qut bû.”

Şaha Elî piştrast kir ku rewşa wan trajedîk e û bang li aliyên têkildar kir ku rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin. Ew tenê dixwazin li mala xwe di nava ewlehiyê de bin.

Beriya 2 rojan dewleta Tirk a dagirker stasyona ava vexwarinê ya Hîşe ku li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ye, bû armanca topên dewleta Tirk a dagirker. Ji ber wê stasyon rawestî. Lê piştre werşeyên fenî yên têkildar, stasyon sererast kir û dîsa dest bi xebatê kir.

Li aliyekî din rûspiyê gundê Fatse Nasir El-Hemîdî got: “Dewleta Tirk ji bakurê rêya navneteweyî gundê me topbaran dikin. Ji hemû aliyan top û moşek li ser gund û gundên derdorê dikevin. Malên me yekser tên hedefgirtin.”

El-Hemîdî wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker di topbarana xwe de moşekan bi kar tîne û di rojekê de derdora 50 moşek li gund ketine.”

Girêdayî saetên topbaranê Nasir El-Hemîdî got: “Dema roj diçe ava, topbaran dest pê dike û heta derengiya şevê didome. Dema moşek li gund dikevin, her tişt li dor me hildiweşe.”

Droneke dewleta Tirk a dagirker di 12`ê Çileyê de malek li gundê Fatseyê topbaran kir ku di encamê de zirarên madî çêbûn. Her wiha gundên rojhilatê gundewarên Eyn Îsa û rojavayê gundewarên Girê Spî bi çekên giran hatin topbarankirin.

(şx)

ANHA