​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e

Şêniyên kantona Qamişloyê bi xwepêşandanekê girtina deriyên sînor ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir û got “Girtina deriyê Sêmalkayê teslîmbûna ji siyaseta Erdogan re û pêkanîna fermanên wî ye.”

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê: Girtina deriyê Sêmalkayê pêkanîna fermanên Erdogan e
13 ÇILE, 2022   13:23
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Girtina deriyê Sêmalkayê teslîmbûna ji siyaseta Erdogan û pêkanîna fermanên wî ye" îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Baravê, Koçerat, Til Koçer û Çil Axa xwepêşandanek li dar xist û girtina deriyên sînorî şermezar kir.

Xwepêşandêr li Qada Azadî ya navçeya Dêrikê kom bûn û siyaseta PDK’ê û girtina deriyên sînor şermezar kirin.

Xwepêşandêr li Qada Şehîdan rawestîn, piştre hevseroka meclisa Qamişloyê Perwîn Yûsif got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya leşkerî, siyasî û dîplomatîk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê dîsa jî ev bes nedît, ji ber vê yekê bi girtina deriyên sînor re siyaseta dorpêçkirina aborî li ser gelê herêmê da meşandin."

Perwîn Yûsif wiha dom kir: "Ferzkirina dorpêçê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke di navbera PDK û dewleta Tirk a dagirker de ye, ji bo koçberkirina gelê herêmê."

Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku siyasetên dorpêçkirinê, dê gel ji berxwedan û bilindkirina têkoşînê dûr nexin.

Xwepêşandan bi dirûşmên berxwedanê bi dawî bû.

(dx)

ANHA