​​​​​​​Xeteke nû ya avê li Dêrazorê dest bi xizmetê dike  

Sibê xeteke nû li stasyona avê ya El-Hawamê dê bikeve xizmetê da ku ava vexwarinê ji 22 hezar kesî re li 5 tax û gundên rojhilatê Dêrazorê dabîn bike.        

​​​​​​​Xeteke nû ya avê li Dêrazorê dest bi xizmetê dike  
​​​​​​​Xeteke nû ya avê li Dêrazorê dest bi xizmetê dike  
​​​​​​​Xeteke nû ya avê li Dêrazorê dest bi xizmetê dike  
​​​​​​​Xeteke nû ya avê li Dêrazorê dest bi xizmetê dike  
​​​​​​​Xeteke nû ya avê li Dêrazorê dest bi xizmetê dike  
13 ÇILE, 2022   12:41
DÊRAZOR

Di nava projeyên Şaredariya Gel a Hecîn û Komîteya Xizmetguzariyê ya herêma rojhilat a sala 2022’yan de projeyeke nû ya avê çêkir.

Xeta nû ya stasyona avê ya El-Hawamê ji 22 hezar kesî li taxên El-Reyanê, El-Selah, El-Cemad, El-Sultan, El-Ehbeş û gundê El-Behra yên li rojhilatê Dêrazorê re dê avê dabîn bike.

Komîteyên fenî yên pispor di 10'ê Çileyê de dest bi xebatên guhertina xetê kir ku li gorî dihat payîn di 14'ê mehê de bikeve xizmetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berê xetek ji herêmên stasyona avê ya Hewamê, gundê El-Behra û El-Selah dabîn dikir, lê di encama dema serweriya DAIŞ`ê de gelekî zirar dîtibû.

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kiriye, azarên gel zêde bûn. Ji ber vê yekê Komîteya Xizmetguzariyê xeta berê bi xeteke nû guherand.

Di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê yên sala 2022'yan de, dê projeyên din ên ji bo avakirina 5 stasyonên avê li gundên girêdayî gundewarên rojhilatê Dêrazorê û nûkirina sê stasyonên din ên avê di rojên pêş de pêk werin.

(dx)

ANHA