Parêzeran  ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Parêzeran  ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kir
13 ÇILE, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Nevroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrgirtiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên ji bo dîtina Abdullah Ocalan tênekirin bêbersiv têne hiştin.