Şêniyên Hesekê Ii dijî girtina deriyên sînor daketin qadan

Şêniyên kantona Hesekê girtina deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir û ev kiryar bi xiyanetê bi nav kir.

Şêniyên Hesekê Ii dijî girtina deriyên sînor daketin qadan
Şêniyên Hesekê Ii dijî girtina deriyên sînor daketin qadan
Şêniyên Hesekê Ii dijî girtina deriyên sînor daketin qadan
Şêniyên Hesekê Ii dijî girtina deriyên sînor daketin qadan
Şêniyên Hesekê Ii dijî girtina deriyên sînor daketin qadan
12 ÇILE, 2022   17:55
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên kantona Hesekê; Dirbêspyê, Til Temir û Zirganê meşiyan û girtina deriyên sînor ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve şermezar kir.

Şênî li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Dirbêsiyê kom bûn û heta Qada Şehîdan meşiyan.

Li qadê meş rawestî  û veguherî mitîngê. Di mitîngê de, hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir axivî û got: “Ji zêdetirî sê mehan ve, em ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên xwe çalakiyan li dar dixin. Li şûna ku piştgiriyê bide çalakiyên me, PDK`ê deriyên sînor girtin û embargo li herêmê ferz kir.”

Bekir diyar kir ku ew ji vê meşê armanc dikin, embargoya PDK`ê ya li ser herêmê şermezar bikin û wiha domand: “Ev kiryar li gorî dewleta Tirk a dagirker e ku rojane êrişî gelê kurd dike û hewl dide doza kurd û hebûna kurdan tune bike.”  

Her wiha Rustem Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li ser girtina deriyan û embargoyê li hev kiriye da ku Rêveberiya Xweser neçar bikin ku tawîzan bide.

Rustem Bekir piştrast kir ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî berxwedêr e û ji destpêka şoreşê ve, di gelek alozî ûkomkujiyan re derbas bûn lê têkoşîn mezin kir û destkeftiyên xwe parastin.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir bang li PDK`ê kir ku bi planên dijminên gelê kurd neyê xepandin, embargo bi dawî bike, cenazeyên şehîdan radestî malbatên şehîdan bike.

(şx)

ANHA