Kombûna Jinan a Zenobyayê civîna xwe ya sala 2021`an li dar xist

Îro Kombûna Jinan a Zenobyayê ya Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê civîna xwe ya sala 2021`an li dar xist. Di civînê de plansaziya sala bê diyar kir.

Kombûna Jinan a Zenobyayê civîna xwe ya sala 2021`an li dar xist
12 ÇILE, 2022   17:01
REQA

Endamên kombûna Jinan a Zenobyayê ya Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û endamên Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zanobyayê Nesrîn El-Hesen perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rola jinan û girîngiya jinan di civakê de xwendin.

Her wiha berdevka kombûnê Xûd El-Îsa rapora salê ya kombûnê xwend ku tê de kar û xebatên nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenobyayê ya Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê hat bibîrxistin.

 Beşdaran gelek dozên girêdayî kar û barên jinan ên herêmê bi giştî nîqaş kirin û pêwîstiya xurtkirina kar û xebatan heta rizgarkirina hemû jinan destnîşan kirin.

Piştî bidawîbûna nîqaşan, sînefizyonek girêdayî xebatên kombûnê yên sala 2021`an hat pêşendan,

Di dawiya civînê de kombûnê plansaziya sala bê diyar kir;

Ji bo rizgarkirina jinan û welêt mezinkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan.

Rawestandina şer û pêkanîna aştiyeke mayinde li Sûriyê, eşkerekirina çarenûsa windahiyan û girtiyan, misogerkirina vegera koçberan.

Pêkanîna mafên jinan li gorî pîvan û peymanên navneteweyî.

Birêxistinkirina jinan di hemû waran de.

Têkoşîna li dijî tundî û cudahiya li dijî jinan.

Pêşkêşkirina dozên kuştina jinan ji dadgehên navneteweyî re û şopandina wê.

Zêdekirina serdan, semîneran, hemleyên pêşxistinan civak û jinan.

Lidarxistina çalakiyan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Lidarxistina dewreyên fêrkirina nivîsandin û xwendinê û bikaranîna kompîteran.

Lidarxistina projeyên biçûk ên jinan bi taybet li gundewaran.

Lidarxistina werşeyên kar da ku jin di warê siyasî û civakî de xurtir bibin.

Berdewamkirina aktîfkirina komîteyên girêdayî nivîsgehan li gorî pêwîstiyan û temamkirina meclisa giştî ya kombûnê.

(şx)

ANHA