Li navçeya Girkê Legê nakokiya 45 salan hat çareserkirin

Meclisa Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê nakokiya di navbera Al Rîhane û Al Tîco yên ji gundê HIyake de piştî 45 salan çareser kir.

Li navçeya Girkê Legê nakokiya 45 salan hat çareserkirin
Li navçeya Girkê Legê nakokiya 45 salan hat çareserkirin
Li navçeya Girkê Legê nakokiya 45 salan hat çareserkirin
12 ÇILE, 2022   16:08
QAMIŞLO

Merasîmê lihevanînê li gundê Hiyake li bakurê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê li dar ket. Bi sedan şêniyên herêmê, rûspiyên êlan, oldar, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desteya Rûspiyan, endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di merasîmê de beşdar bûn.

Di merasîmê de bi navên rûspiyên herêmê, oldar, komîteyên lihevanînê, Meclisa Rûspiyan gelek axaftin hatin kirin.

Axaftvanan li ser girîngiya dûrketina ji nakokiyan teqez kir.

Tê destnîşankirin ku beriya zêdetirî 45 salan her du malbatan li ser zeviyên çandiniyê nakok bûn. Di encamê de kesek ji malbata Al Rîhane ji aliyê kesekî ji malbata Al Tîco ve hat kuştin ku gelek xizmên wê piştî bûyerê ji gund derketin.

Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê û Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele kir û piştî gelek hewldanan her du malbat li hev anîn.

(şx)

ANHA