​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Til Brakê diz girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku duh 2 diz li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo girtin û di 10'ê Çileyê de jî li navçeya Til Birakê komek diz girtin.          

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Til Brakê diz girtin
12 ÇILE, 2022   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku gilî ji yek navendên ewlehiyê re hatiye pêşkêşkirin ku dikaneke cilên mêran li taxê hatiye dizîn. Endamên Têkoşîna Li Dijî Sûcan der barê buyerê de lêkolîn kir, piştre hat diyarkirin ku du kesan dizî kiriye û hinek ji cilên ku hatine dizîn bi wan re hatin girtin.

Endamekî Têkoşîna Li Dijî Sûcan piştrast kir ku di dema lêpirsîna wan de, ew li xwe mikur hatin ku wan cilên dikanê dizîne. Piştî lixwemukirhatinê radestî Serdozgeriya Giştî hatin hatin kirin da ku li gorî qanûna diziyên werin cezakirin.

Di heman çarçoveyê de, Malperê diyar kir ku wan di 10'ê Çileyê de komek kesên ku li navçeya Til Birakê dizî dikirin, girtin.

Der barê hûrguliyên girtina dizan de, malperê wiha da xuyakirin: "Di berdewamiya xebata hêzên me de, 7 kesên ku diziyê dikin, hatin girtin. Tiştên ku bi wan re hatine girtin ev in:      

* Kabloyên kehrebê.

*Jeneratorên kehrebê.

*Betarî.

*Lûleyên (top) gazê.

*Boriyên avê

*Alavên male

*Satelîtên Înternetê.

* Pez.

Endamekî Têkoşîna Li Dijî Sûcan diyar kir ku ew kesên ku hatine girtin li xwe mikur hatine û ji bo cezakirinê radestî Serdozgeriya Giştî hatine kirin.

(dx)