Li kampa Holê endamekî Xaça Sor a Navneteweyî birîndar bû

Şaneyeke DAIŞ`ê bi niyeta kuştinê êrişî endamekî Xaça Sor a Navneteweyî ku ya li kampa Holê ya kantona Hesekê kir, di encamê ew endam birîndar bû.

Li kampa Holê endamekî Xaça Sor a Navneteweyî birîndar bû
12 ÇILE, 2022   12:56
HESEKÊ

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî xwe li kampê, ragihand ku şaneyek veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ`ê kampa Holê bi niyeta kuştinê êrişî bijîşkekî Xaça Sor a Nanveteweyî kir.

Nûçegihan da zanîn ku navê bijîşk Alaji ye û ji Etiyopya ye. her wiha destnîşan kir ku piştî êrişê Xaça Sor tîma xwe ya li kampa Holê vekişand.

Duh êvarî endamekî Heyva Sor a Kurd di encama êrişa şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê hate qetilkirin.

Her wiha çekdarên nenas duh êvarî hewl dan dr. Ebdulmufdî li bajarokê Teyafê yê rojhilatê Dêrazorê bikujin.

ANHA