TEV-DEM`ê û Rêxistina Mafên Mirovan ên Herêma Firatê êrişên ser Kobanê şermezar kir

TEV-DEM`ê û Rêxistina Mafên Mirovan ên Herêma Firatê bi du daxuyaniyên cuda êrişên li ser herêmê û Kobanê şermezar kirin û da zanîn ku armanca êrişan xerabkirina istîqrarê herêmê ye. 

TEV-DEM`ê û Rêxistina Mafên Mirovan ên Herêma Firatê êrişên ser Kobanê şermezar kir
12 ÇILE, 2022   14:01
KOBANÊ

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk ya Herêma Firatê li qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê ji aliyê Hevseroka Meclisa TEV-DEM`ê Hedlê Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev kiryar ji fikrê terorî yê dewleta Tirk ku bi awayekî eşkere piştgiriya DAIŞ`ê dike ne dûr e, armanca wê tirsandina sivîlan, koçberkirina wan, istîqara herêmê xerabkirin û guhartina demografiyê ye. 

Dewleta Tirk a dagirker van li sûcan li ber çava hemû cîhanê pêk tîne û çavên cîhahê ji van sûcên derexlaqî re kor dibin. Dewletên garantor ku ji bo agirbestê peyman îmze kirine, li gorî biriyara xwe tevnagerin û bi erka xwe ranabin, berovajî wê rê dewleta Tirk a dagirker re vedikin ku êrişên dermirovî li dijî sivîlan bidomînin."

`WENDAKIRINA LINGEKÎ ZAROKÊ 4 SALÎ LEKEYEKE ŞERMÊ LI SER RÛYÊ MIROVAHÎ Û CÎHANÊ YE`

Li aliyekî din Rêxistina Mafên Mirovan ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda rêxistinê li bajarê Kobanê nameyek da serkerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, daxuyanî bi zimanê îngilîzî ji aliyê endamê rêxistinê Zeynedîn Ebdê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wendakirina lingê zarokê 4 salî Ebdo Mistefa Henîfî lekeyeke şermê li ser eniya mirovahî û hemû cîhanê ye.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan berdewam dikin û nayê cezakirin, ev yek jî rê dide dewleta Tirk ku sûcên li dijî sivîlan zêdetir bike.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku peymana Cenevê ya 4`emîn, lihevkirin û qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina zarokan pêk bînin û li hemberî parastina sivîlan bi erka xwe rabin."

ANHA