​​​​​​​Êrişên li ser Kobanê li Heleb û Şehbayê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê tolhildana têkçûna çeteyên DAIŞ'ê ye. Her wiha meclisa navçeya Ehrezê bang li rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên zarokan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

​​​​​​​Êrişên li ser Kobanê li Heleb û Şehbayê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin
12 ÇILE, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa dawî ya li ser bajarê Kobanê daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û zarokên şehîdan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd ji aliyê rêvebera meclisê Rûşan Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Dewleta Tirk bi taybet di van mehên dawî de êrişî bajarê Kobanê dike û li ber çavên hemû cîhanê hemû sînor derbas kirine. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk sivîl, zarok û jinan dike hedef.

Ev êriş careke din ji me re îspat dike ku tu cudahî di navbera dewleta Tirk a faşîst û çeteyên DAIŞ’ê de nîne, têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê û Reqayê, dagirkeriya Tirk hêrs kir. Ji ber vê yekê biryar da ku tola xwe ji Kobanê hilîne.

Wek ku em dizanin armanca dewleta Tirk, qirkirina vîn û ruhê berxwedanê ye. Di encama van êrişan de lingê Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî qut bû. Gelo zarok ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê xeternak in?

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê, sûcên şer, kiryarên terorîst ên li ser hemû herêmên Rojava şermezar dikin û em bêdengiya navneteweyî bi taybet hêzên aştîxwaz wekî hevkar û alîgirên dagirkeriya Tirk bi nav dikin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirk û hevkarên wê bikin ku dest ji van kiryar û binpêkirinên li dijî hemû peyman û pîvanên navneteweyî berde û li hember êrişên wê helwestekê nîşan bidin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana Kobanê bi dawî bû.

MECLISA NAVÇEYA EHREZÊ

Meclisa navçeya Ehrez a kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bajarê Kobanê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên zarokan kir ku li hember van sûcan helwestekê nîşan bidin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl a navçeyê li ber navenda meclisa navçeya Ehrezê kom bûn û pankartên bi nivîsa "Meşa Rûmetê Ya Li Dijî Xiyanet û Dagirkeriyê" û wêneyên zarokên komkujiya Til Rifet û wêneyên zarok Ebdo Henîfî hildan.              

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Komîteya Jinan a navçeya Ehrezê, Ranye Şêxo ve hate xwendin û bi zimanê Erebî jî ji aliyê endamê Komîteya Aborî ya navçeya Ehrezê Hesûn Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "12 sal berê heta roja me ya îro, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha komkujiyên li dijî zarok û sivîlan berdewam dikin. Ev jî encama peymanên veşartî yên di navbera hêzên serdest de ye ku armanca wan têkbirina projeya biratiya gelan, lewazkirina projeya Rêveberiya Xweser û şikandina îradeya gelan e."        

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî sivîl û zarokan hatin şermezarkirin û bang li hemû rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên zarokan hat kirin ku li hember van sûcan helwesteke cidî nîşan bidin.       

(dx)

ANHA