Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi dawî bû

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji wan; komîteyeke dê were avakirina da ku xebatên kongreyê bişopîne.

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi dawî bû
11 ÇILE, 2022   15:35
QAMIŞLO

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi encamnameyekê bi dawî bû. Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û serokê komîteya amdekar a kongreyê Mihemed El-Xerzanî encamname xwend.

Encamname wiha ye:

"Bi diruşma 'Bi hev re em aştiyê belav bikin', oldarên misilman, xiristiyan, êzidî, zeredeştî û olên din, rewşenbîr, lêkolînerên ku bi aştî, wekhevî û mafên mirovan ve eleqedar dibin kom bûn. Gelek bi rêya webê beşdar bûn. Ji ber ku beşdaran berpirsyartiya olî û mirovî ya li hemberî rûdanên li giştî cîhanê, Rojhilata Navîn, ji rijandina xwîna mirovan, wêrankirin û talankirina milkan hîs kirine. Ev kiryar  encamên çanda tundrawî, desthilatarî û redkirinê ne. Beşdaran sedemên nakokiyan û rêbazên çareseriyê lêkolîn kirin.

Li gel fikarên li ser nifşên pêşerojê, beşdaran li ser van xalan li hev kirin:

1-Peyama olan ev e: hezkirin, aştî û edalet.

2-Diruşma Kongreyê were diyarkirin: Sembola jinekê ye (wek dara ku nûnertiya dayikê dike), sîwana wê rengê asîman e û derdora  wê ya bi xeleka zêrîn sembolên ol û baweriyên cihêreng hene. Ev yek dide nîşandan ku em hemû li ser vî erdê ne û dê li asîman vegerin. Divê em bi dilên spî yên bêyî nefret bijîn. Xeleka zêrîn jî nîşaneya zanîn, hêvî, pêketina hişmendî û serkeftina li hemberî nezaniyê ye.

3- Kongrê dê lêvegereke ji bo têkiliyan ava bike ku li gorî pêwîstiyan dê komîte jê werin avakirin. Ev lêveger dê deriyê kongreyê yê berfirehekirina têkiliyên xwe li cîhanê be, bi taybet li herêmên ku alozî di têkiliyan de hebin bixebite.

4-Dê malpereke ji bo belavkirina çalakiyên kongreyê û danîna bernameyên xurtkirina têkilî û biratî û jiyana aştiyane were vekirin. Da ji cîhanê re bide xuyakirin ku ol, bawerî, felsfe û çand bi fikirên hezkirin û aştiyê dagirtî ye.

5-Li hemberî tundrawiyê banga xebateke hevpar were kirin. Ev yekê di bi rêya lêkolînkirina sedeman û danîna çareseriyên guncaw re pêk were. Divê girîngî li ser vê yekê were danîn ku  nirxên olî û exlaqî beşek ji exlaqên endamên wê ne û cûdabûn û cihêreng dewlemendî ye ne nakokî ye.

6-Elaqe bi rola jinan di avakirina civakeke dirust de were dayîn. Jin nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike û di hemû qadên jiyanê û xebatên kongreyê de şirîkeke aktîv e.

7-Eleqe bi ciwanan were dayîn. Ji ber ku stûên civakî ne û hêviyên pêşerojê ne. Divê derfetên kar ji wan re were peydakirin bi awayekî ku sûdê li pêşeroja wan û civakê bike.

8-Eleqe bi zarokan were dayîn û li gorî derfetan alîkarî bi malbatên wan re were dayîn.

9-Kongrê li dijî hemû cûreyên tundiya bi hemû reng û navên wê yên bawerî, olî, mezhebî û etnîkî ye.

10-Têkildarî dozên binpêkirinên mafên mirovan ên bi sedemên olî, an mezhebî, an jî netewey, kongrê soz dide ku dê helwestên guncaw ragihîne.

Bi hêvî ne ku ev kongrê û encamên wê tova xêrê be ku nêzîkbûnekê di navbera tevahî pêkhateyan de ava bike û cîhan bi ewle, hezkirin û aştî bijî."

ANHA