Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê bazirganên çek û hişbirê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li Minbicê komek bazirganên hişbir û çekan girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê bazirganên çek û hişbirê girtin
11 ÇILE, 2022   15:44
MINBIC

Têkildarî vê yekê Navneda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ev tişt got: "Li gorî agahiyên ku ji navendeke ewlehiyê re hatiye ragihandin, ku 3 kes bazirganiya çek û hişbirê dikin û belav dikin. Li ser vê yekê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi şopandinê kir, delîl û îsbatên li ser wê yekê kom kirin. Di encamê de ew bi kemînekê girtin û tiştên li gel wan jî desteser kirin û wiha ne;

Laptop; 1

Rext; 1

Dûrbînên şevê; 3

Alava bêdengkirina çekan; 1

Destika bombikşin; 1

Kêra kebas; 6

Mayînên destan; 8

Qilêş; 1

Gule; 289

Cercûrên qilêşê; 36

Hejmara hişbirê ku hatiye desteserkirin;

Atş Boz; 79 giram

870 hebên spî û 290 hebên mor ên Captagonê  

Hevîr; 8,11 giram

Pîvaneke biçûk a madeyên hişbirê

50 hebên zolam.

Endamekî hêzên ewlekariyê da zanîn ku piştî lêpirsînê bazirganan li xwe mikur hatin ku ew bazirganiya çekan û hişbirê li beramberî dayîna pereyan didin.

Bazirgan rakirin dozgeriya giştî û dê li gorî qanûnê werin cezakirin.

(fr)

ANHA